Biryara ATK derbarê Makbule Ozer hate şermezarkirin

TJA û TUAY-DER bertek nîşanî rapora ATK derbarê Makbula Ozer a 81 salî ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan û xwestin ku li gora rewşa tenduristiya Makbule Ozer ya niha ji nûve raporek were amadekirin.

Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), têkildarî biryara ATK’ê ya ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ ku ji bo Makbûle Ozer a 81 salî daye, li ber avahiya TUAY-DER’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (Med TUHAD-FED), Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku wêneyê makbule Ozer hate hilgirtin de pankartên ‘Ji Dayika Makbûle Ozer re edalet’ û ‘Dayîk afirînerê jiyanê ne, cihê dayikan ne heps û zîndane’ hatin vekirin.

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray, bal kişand ser nexweşiyên giran ên Makbule Ozerê û wiha got: “Desthilat bêyî ku nexweşiyan li ber çavan bigire diavêje girtîgehan. Cihê dayikan ne girtîgehin, malên wan e.”

Rapora ji sedan 61 astengdar heye

Hevseroka TUAY-DER’ê Hatîce Guneşê diyar kir ku girtiyên ku mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin nikarin xwe bigihînin tedawiyê û ber bi mirinê ve diçin û wiha got: “Rapora ji sedî 61 astengdariyê ya Makbule Ozer û nexweşiyên wê yên weke tansiyon, şekir, bêhntengî, liv û tevgera bi zehmetî hene. Makbule Ozer di girtîgehê de jî gelek caran ser hişê xwe çûye, destê wê şikestiye, bi zehmetî meşiyaye, ji ber janên xwe neçar maye ku her roj serûmê bistîne, bi şevan qet naraze û di laşê wê de her tim jan hene.”

‘ATK ber bi mirinê ve dibe’

Hatîce Guneş, destnîşan kir ku ATK’ê bi rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ ya têkildarî girtiyên nexweş amade dike, bi awayekî eşkere wan ber bi mirinê ve dibe û wiha got: “Qedera girtiyên nexweş ne tedawî nebûn an jî mirin e. Ev eziyeta ku desthilat bi awayekî bizanebûn ji girtiyên nexweş re rewa dibîne, di serî de li dijî rûmeta mirovahiyê ye û li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye. Desthilata ku hiqûqa xwe binpê dike, dijimanatiya Kurdan girtîgeh û girtiyan dike amur û her roj berdewam dike. Gelê me ên ku ji bo têkoşîna azadî û aştiyê bi hezaran bedel dane, pêkanîna hiquqa desthilatê a dijminane û înfaza dijminane û ceza bi canê xwe mehkumî bedeldanê kirine, em êdî naxwazin bên girtin û kuştin.”

Banga wijdanê

Hatîce Guneş, got: “Ji bo cezayê li dayika Makbûle hatiye birîn bê taloqkirin, em banga berpirsyartiya wijdanî li Wezareta Dadê dikin. Divê pêvajoya ATK’ê jinûve bê destpêkirin, li gorî rewşa tenduristiya wê ya niha raporeke nû were amadekirin.” Hatîce Guneş, diyar kir ku di serî de girtiyên nexweş û pîr wê ji bo hemû girtiyan têkoşîna xwe berdewam bikin.  

 Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Dayika Makbûle rumeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bûn.