Zextên hicaba bi zorê didome: Li kolanan wê kamerayan bi cih bikin

Polîsên Îranê ji bo tesbîtkirina jinê ku hicaba bi zorê protesto dikin, wê li cadeyan û cihên din yên giştî kamereyan bi cih bikin.

Navenda Nûçeyan- Serhildana rojhilatê Kurdistan û  Îranê ya bi pêşengtiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî destpêkirî berdewam dike. Rejîma Îranê li beramberî jinan rêbazên cûda yên zextan dide meşandin berdewam dike.

Li îranê piştî gotina Serokê dînî yê Îranê  Ayetullah Ali Hamaney ya dibêje ‘Yê ku zagona hicaba bi zorê binpê dike herame.’ Polîsên Îranê pêkanînên nû li pêkanînên xwe zêde dike. Di daxuyaniya ku polîsên Îranê dayî de diyarkirin ku jinê ku li gora qanûna hicaba bi zorê tevnegeriyane werin tespîtkirin der barê encamên çalakiya de wê peyamên hişyariyê jêre bişînîn. Daxwaz kirin ku li cihê kar xwediyê kar bi awayek baş agahdar be û ka li gora qanûnane yan ne wê bi awayek cidî werin şopandin.

Saziyên fermî yên medyaya Îranê dazanîn ku armanca tedbîran sekinandina berxwedaniyê ye. Îdea kirin ku ‘ev berxwedanî ziyanê digihîne nasnameya dînî û bê baweriyê ava dike.’