Çalakvana Îranî Zeyneb Zeman hat girtin

Hêzên rejîma Îranê çalakvana femînîst Zeyneb Zaman girtin û ber bi cihek ne diyar ve birine, nayê zanîn ku çalakvana femînîst Zeyneb Zaman bi ku ve birine.

Navenda Nûçeyan - Serhildanên li Îranê li beramberî hemû astengiyên rejîma Îranê berdewam dike. Hêzên rejîma Îranê, çalakvana femînîst Zeyneb Zeman a xelkê bajarê Niyayîş a Tehranê, hate girtin.

Piştî girtina çalakvana femînîst Zeyneb Zaman, hevjînê wê diyar kir ku 8’ê Nîsanê hêzên rejîma Îranê telefon Zeyneb Zeman kirine û jê xwestine ku biçe  emniyetê, her wiha da zanîn ku Zeyneb Zeman di heman rojê de ew hatiye girtin û hêzên rejîma Îranê çûne mala wê û lêgerîn kirine.

Zeyneb Zeman keça stranbêja navdarê Îranî Husên Zeman e, ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îranê ve gazî wê kiribûn û lêpirsîn derbarê wê de hate vekirin.  Zeyneb Zeman yek ji jinên yekem bû ku piştî qetilkirina Jina Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji bo piştgiriya serhildanê porê xwe birîbû.