Nobeta edaletê di roja 748’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 748’an de berdewam dike. Malbatê li ser hesabê medyaya dîjîtal peyama “Ji bo edaletê em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin” da.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, berdewam dike.

Malbata ku ji ber dawiya hefteyê edliyê girtî ye nobeta xwe ya edaletê di roja 748’an de li mala xwe ya Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da: “Ji bo mafên xwe, pêşeroj û edaletê me dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedaye û em ê dev jê bernedin.”