Li Îranê rewşa zêdeyî 20 xwendekaran di xeteriyê de ye
Dewleta Îranê ji bo tepesandina serhildanê polîtîkayên xwe yên êrîşên bi jehrîkirina xwendekaran didomîne. Li Seqizê rewşa zêdeyî 20 xwendekarên bi jehrê ketine di xeteriyê de ye.
Navenda Nûçeyan – Serhildanê li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirî ruxmê hemû polîtakayên zextê yê dewletê bê navber dom dike. Yek ji rêbazên dewleta Îranê ya tepesandina serhildanê li dibîstanên ku xwendekarên keç lêne êrîşên bi gaza jehrê ye. Li welat herî kêm 47 xwendekar ji ber bi jehrêketina bi gaza kimyayî rakirine nexweşxaneyan, hat zanîn ku ji xwendekarên ku bi jehrê ketine rewşa zêdeyî 20 xwendekaran di xeteriyê de ye.
Li gora zanyariyên ku hatine bi dest xistin li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê li dibistana amadeyî ya xwendekarên jin ya Mirac piştî bi jehrêketina xwedekaran malbatên xwendekaran çûn dibîstanê û di navbera malbatan û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Malabat û gelen ku êrîşên bijehrîketinê şermezar kirin ala Îranê ya bi dibistanê ve hatî daliqandin anîn xwarê û li dijî Hamaney dirûşim berz kirin.
Hinek çavkaniyan agahî parvekirin ku derbarê hêzên dewletê li ser kesên ku beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûne gule reşandiye. Lê derbarê van êrişan de agahiyên berfireh nehatin wergirtin.
Rewşa xwendekaran di xeteriyê de ne
Tiştên hatî jiyankirin di medyaya dijital de hatin parvekirin. Di parvekirinan de jî xuya dike ku ambulansên dibîstanan hatine û di heman demê de malbatan bi derfetên xwe zarokên xwe radikin nexweşxaneyê. Piştî bûyerê hat ragihandin ku herî kêm 47 xwendekar di nexweşxaneyan de tên tedawî kirin û ji van xwendekaran rewşa zêdeyî 20 xwendekaran di xeteriyê de ye. Derbarê mijarê de heta niha rayedarên Îranê tu daxuyanî nedane.
Karo Pashabadî jiyana xwe ji dest da
Li kêleka wê li paytexta Îranê Tahranê di 15’ê Adarê de xwendekarên ku ji gaza kimyayî bi jehrêketin, xwendekarê Kurd Karo Pashabadî yê 16 sali bû, di 8’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê agahiya zarokên wan a jiyana xwe ji dest daye parve kir. Cenazeye Karo Pashabadî li gundê Peşawî yê girêdayî navçeya Kamyaran spartin axê.