‘Li dijî bi jehrêketina xwendekaran divê çalakî bên bilindkirin’

Xwendekarên li Îranê li dijî êrîşên jehrîkirinê yên li dibistanên keçan berdewam dikin banga zêdekirina xwepêşandanan û zêdekirina xwepêşandanan kirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ destpê kir ev 7 meh e dom dike û rayedarên hikûmetê her cure zextan li ser wan dikin.

Yek ji van êrîşan jî bûyerên bi jehrêketina xwendekarên keç di dibîstanan de ye, derbarê mijarê de heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn, xwendekarên keç ên ku li dibîstanê bi jehrêdikevin, radikin nexweşxaneyan û tên dermankirin.

‘Li dijî êrîşan divê  çalakî werin bilindkirin’

Xwendekarên li Buşher û Tahranê di derbarê êrîşên bi jehrêketinê de daxuyanî dan û diyarkirin ku ev êrîş weke tolhildanê ye û wiha gotin: “Ev êrîşên bi jehrêketinê berê heatiye organîze kirin û bi vebûna dibîstanan re berdewam dike, li beramberî xwendekarên şoreşger weke tolhildanê ye. Divê xwendekar li dijî van êrîşan çalakiya xwe bilind bikin û xwepêşandanên xwe ên li dibîstanan zêde bikin. Hikumet baş dizane xwendekar hêza şoreşê ne û ji ber vê jî ji her alî ve êrîş dike.”