‘Êriş bi armanca qirkirina gelê Kurd e’

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sara Reza ya li ser êrişê dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmanî axivî, destnîşan kir ku ev êriş bi armanca qirkirina gelê Kurd e û da zanîn ku divê hemu alî û hêzên Kurd li dijî van êrişan xwedî helwest bin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Dewleta Tirk êvara 7’ê Nîsanî bi balafirên bi çek û bê mirov êrişî balafirgeha Silêmanî kir. Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sara Reza ya li ser êrişê dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmanî axivî, destnîşan kir ku ev êriş bi armanca qirkirina gelê Kurd e. Sara Reza ya bal kişand hilbijartinên ku dê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê lidarxistin, îşaret bi pêwistiya yekîtiya Kurdan kir û got, “Ji bo wê ger alî yek negrin û neyên ba hev herêma Kûrdistan û hikumeta Kurdistanê wê di metirsiyê debe.”          

‘Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e’

Kurdistan Sara Reza di destpêka axaftina xwe de êrîşa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmanî şermezar kir û got: “Ev ne cara yekeme dewleta Tirk sînorên herêma Kurdistan û Iraqê derbaz dike. Di nava van çend salan de dewleta Tirk bi awayek berfireh ketine navçeyên Kurdistanê. PDK’ê di van êrişan de ji Tirkiye re rê xweş dike. Wek dizanin dewleta Tirk geştên ji bo balefirgeha Silêmanî rewestandin û piştre jî êrîş kirin bi hêceta ku tevgera PKK’ê li herêmê heye êrîş dike, lê belê armanca dewleta Tirk diyare dixwaze gelê Kurd qir bike û hemû dewlemediyên wê dagir bike.”

‘Berdevkê hikumeta herêma Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk rewa dike’

Sara Reza bal kişad li ser rewakirina êrîşên dewleta Tirk ji aliyê berdevkê hikumetê herêma Kurdistanê ve û wiha got: “Dewleta Tirk ev 100 sal e hewla ji holê rakirina gelê Kurd dide, li pişt wê jî bi hevkariya PDK’ê êrîşî herêma Kurdistanê dike. Berdevkê hikumetê herêma Kurdistanê van êrîşên dewleta Tirk li ser nevçeyên Kurdistanê rewa dike. Em jî daxwazê ji hikumeta Îraqê dikin ku serweriya xaka xwe û Kurdistanê biparêzin. Tu deman dijminê Kurd weke niha bê hêz nebûye û Kurd xwedî hêz û proje nebûye. Niha Kurd di navxweyî de nû bûye bi pêşengtiya jinê şoreşê dikin. Ji ber wê em daxwazê ji hemû aliyan dikin yek bigrin û ji bo pêkanîna yekitiya netewî werin ba hev.”

‘Dijminê Kurdan ji Yekitiya Netewî di tirse’

Sara Reza bal kişand li ser pêdiviya yekîtiya netewî ya gelê Kurd û wiha dom kir: “Yekîtiya netewî ya Kurdan ji bo dewleta Tirk û dijminê Kurdan bûye cihê tirsê. Ji ber wana hertim hewil daye gelê Kurd parçe parçe bikin. Her dema ku gelê Kurd dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gel hêzek din rûne dijmin hewil dide têk bide. Silêmanî di pirsa netewî û nîştîmanî de pêşeng e. Ji ber wê rastî êrîşan hatiye, divê demê de ji derveyî PDK’ê hemû alî nerazîbûna xwe diyarkirin. Divê hemû kes ji aliyê xwe ve helwesata xwe nîşan bide, ji ber dewleta Tirk ev ne cara yekem e ku êrîş dike. Divê kesên siyasetmedar, çinê kesên kedkar û bi taybet jin ji bo yek parçeya xakê Kurdistanê xwedî helwest bin. Di demek weke niha de peymana Lozanê bi dawî dibe û dawî li desthilata AKP-MHP’ê tê, sedemek din yê êrîşkirian dewleta Tirk li ser balefirgeha Silêmanî ji ber nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiye ye, ev hilbijartine diyarkirina çarenûsa gelê Kurd e û em li benda serkeftinê ne.”

‘Herêma Kurdistan di bin metirsiyê de ye’

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de got: “Aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê ji sala 1991’an heta niha, ger xwedî helwestek cidî bûna, dewleta Tirk û Îran nedikarîn êrîş bikin. Mixabin piştî 31 salan di hikumet û aboriya serbixwe de maliyeta herêma Kurdistan radestî hikumeta Îraqê kirine. Ji bo wê ger alî yek negrin û neyên ba hev herêma Kûrdistan û hikumeta Kurdistanê wê di metirsiyê de be.”