Herî zêde Partiya Çep a Kesk namzetên jin nîşan da

Ji bo Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28'an a ku di 14'ê Gulanê de pêk were herî zêde namzetên jin Partiya Çep a Kesk nîşan da.

Navenda Nûçeyan – Partiyên siyasî duh lîsteyên xwe yên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên pêşkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Di nava partiyan de herî zêde Partiya Çep a Kesk namzetên jin nîşan da.

Di lîsteya 600 kesî ya AKP'ê de 113 jin, di lîsteya CHP'ê ya ku PArtiya DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Saadet û PArtiya Demokrat jî tê de cih digre 153 jin bûn namzet, ji namzetên Partiya Îyî ya ku bi lîsteyek cûda beşdarî hilbijartinê dibe 145 jê jin in.  

Partiya Çep a Kesk 193 jin wekî wekîl destnîşan kir

Ji 490 namzetên Partiya Çep a Kesk a ku wê di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de bikevin hilbijartinê 193 jê jin in. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) ku di nava tifaqê de cih digire, lê bi lîsteya xwe wê li 18 parêzgehan nekeve hilbijartinan, di nava 398 namzetan de 161 jin wekî namzet nîşan da.

Li gorî lîsteyên ku dane YSK'ê, AKP'ê 4 jin, CHP'ê 11, ÎYÎ Partiyê jî 6 jin ji rêza yekemîn aparêzgehan kirine namzet. Ev hejmar di Partiya Çep a Kesk de bû 30. Li aliyê din TÎP'ê di rêza yekemîn de 28 jin xist lîsteyê. Rêjeya jinan di lîsteyên namzetên partiyan de wiha ye: AKP ji sedî 18,83, CHP ji sedî 26,33, IYI Partî ji sedî 25,84, Partiya Çep a Kesk ji sedî 39,38, TIP ji sedî 40,45.

Di hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2019'an de di lîsteya AKP'ê de 126 namzetên jin û di lîsteya CHP'ê de jî 137 namzetên jin hebûn. HDP ku dê weke Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinên 14’ê Gulanê, 230 namzetên wekîlên jin nîşan dabû.