Xwendekarên ku jehrîkirinê şermezar kirin ji zanîngehê hatin dûrxistin
16 xwendekarên ku li zanîngeha zanistên tibê ya Tebrîzê perwerde dibîne, ji ber li dijî zêdebûna bi jehrêketinên li dibistanan nerazîbûn nîşan dane ji zanîngehê hatine dûrxistin.
Navenda Nûçeyan – Meclîsa Yekitiya Xwendekaran ragihand ku herî kêm 16 xwendekarên li zanîngeha zanista Tibê ya Tebrîzê dixwînin, ji ber ku bûyerên bi jehrîketînê yên li dibistanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rû dide şermezar kirine ji dibîstanê hatine dûrxistin.
Meclîsa Yekitiya Xwendekaran derbarê daneyên dûrxistina ji zanîgehan de bi bîrxistin ku hinek ji wan nîv sal û hinek ji wan jî dû nîv sal ji dibîstanê hatine dûrxistin û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Xwedekarên ku ji roja destpêkê ya serhildanên gel yên li Îranê piştî qetilkirina Jina Emînî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêşengtiya jinê destpêkirî ve piştgiriya serhildanê dikin û ji aliyê hikumetê ve rastî îşkence, qitilkirin, girtin, tecawîz tên.
Herî dawî li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên li Amediyiya keçan ya Mirac perwerde dibinin bi jehrê ketin. Piştî bûyerî zanyariyên ku 47 xwendekar di nexweşxaneyan de tedawî dibinin û ji vana jî rewşa zêdeyî 20 xwendekaran di xeteriyê deye, hate parvekirin.