‘Divê helwesta li dijî êrişan bi yek dengî berdewam be’

Çalakvan, azadîxwaz û endamên partiyên siyasî êrîşa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmanî şermezar kirin û li dijî êrişan bal kişandin li ser pêwistiya yekîtiya netewî.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Êrîşên dagirkeriyên ên dewleta Tirk li ser xaka herêma Kurdistan berdewam dike. Herî dawî dewleta Tirk di êvara 7’ê Nîsanê de bi dironê êrîşî balefirgeha bajarê Silêmanî kir. Çalakvan û endamên partiyên siyasî yên li Silêmanî êrişa li dijî balafirgehê şermezarkirin û li dijî êrişan bal kişandin pêwistiya yekîtiya netewî ya gelê Kurd.

 ‘Armanca me Kurdbûn e’

Çalakvan Ala Kemal destpêkê êrîşa dewleta Tirk li ser balefirgeha Silêmanî bi tundî şermezar kir û got: “Ez weke çalakvanekê êrîşa dewleta Tirk ya li ser herêma Kurdistanê bi taybet ew êrîşa beriya çend rojan li ser bajarê Silêmanî şermezar dikim. ‘Yan Kurdistan yan neman’ ev dirûşmeya hemû Kurdek bi şerefe û tu sînorek di navbera Kurdistan, yek parçe, yek xak û netewe de nîne. Herçendî deng û rengê cûda heye, lê belê em hemû xwedî yek armancêne ew jî Kurdbûne û dirûşmeyek netewî me di bin banê Kurd û Kurdistanê de kom dike.”

‘Li beramberî dijmin niha yekitiya netewî giringe’

Ala Kemal da zanîn ku li dijî êrîşa dewleta Tirk bejdarî meşek girseyî bûn û got: “Em bejdarî meşek girseyî bûn , ji ber erkek li ser milê meye, me pêwîst dît ku em helwesta xwe bi yek dengî bigihînin. Ew sînorê ku dijmin ji bo Kurdan daniye bi hilweşînin. Ez di wê hêviyê deme ev helweste bi yek dengî berdewam bibe. Divê em Kurd hevdû bigrin ji bo pêkanîna yekitiya netewî. Ji ber aliyek giring e, bi teybet di niha de ku dijmin pilana wan heye ji bo hilweşandina vê yekitiyê. Dijminê Kurdan di her tevegerekê de ji azadiya Kurd di tirse. Bi teybet îsal şoreşa mezin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û belavî her derê bû. Ev jî derdixe tevgera me qasî ku yekgirtî û bihêztir be, tirs û xovê hîn zêdetir dixwe dile dijmin.”

‘Êrîşên dagirkeriya Başûrê Kurdistanê berdewam dike’

Endama Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Perwa Elî destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyên ên dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê berdewam dike û got: “Dewleta Tirk hertim bi êrîşên xwe ên dagirkeriyê û tunekirina Kurdan li herêma Kurdistanê berdewam dike û naxwazin Kurd li tu cihekê bibe xwedî deng û rengê xwe. Herêma Kurdistanê di encama qurbaniyên zêde de hatiye van rojan. Ji bo wê jî erkê me hemûyane em bi parêzin. Li gora destura bingehîn a Îraqê êrîşa vê carê ya Tirkiye li ser belefirgeha navdewletiya Silêmanî sînor derbaz kiriye. Li gora biryara 37’an li parlementoya Kurdistanê divê Tirkiye ji xaka Kurdistanê derbikeve, lê belê ev biryare nehatiye bicih kirin û çend baregehên Tirkiye li Başûrê Kurdistanê heye.”

‘Beşek aliyê siyasî giringî nade yekitiya Kurdan’

Perwa Elî bi bîr xist ku ji ber ku bajarê Silêmanî bajarek zindî ye û nûnerê herçar parçeyên Kurdistanê ye ji ber wê rastî êrîşan tê û got: “Di dema çarem ya parlementoya Kurdistanê de biryarek hebû ku, daxwaza bi cihkirinê li hikumeta herêma Kurdistanê dike ku kantonên Rojava li herêma Kurdistanê bingeh û cihê wan hebe û hevkariyê bikin, lê belê mixabin alî li herêma Kurdistan bûne çend beş û yek ji wan jî PDK ye ku vê biryarê bi cih naîne û ne jî giringî dide yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê. Şermezarkirina wan ya vê êrîşê jî şermezarkirinek şermane bû. Lê belê em hemû bi awayekê li dijî êrîşan disekinin.”