‘Hûn nikarin jinên li stargehan dimînin tunê bihesibînin!’
Parêzera dilxwaz a Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çati Selîn Nakîpoglu, diyar kir ku jinên li malên stargehan dimînin bi salan e nikarin dengê xwe bikarbînin û destnîşan kir ku biryara YSK'ê jî ji bo ku ew ‘dengê xwe nedin’ hatiye dayîn.
ROJDA KIZGIN
Navenda Nûçeyan - Bi hezaran jinên ku li Tirkiyeyê ji ber tundiya mêran li malên stargehan dimînin nikarin mafê xwe yê destûrî ya "deng nayîne" bikar bînin. Di hilbijartinên herêmî yên herî dawî yên 31’ê Adara 2019’an de jinên li malên stargehan jî di nav de nêzî 30 hezar jin ji ber xetereya ‘ewlehiya jiyanê’ nekarîn dengê xwe bikarbînin.
Biryara YSK'ê ya 19'ê Adarê ya têkildarî jinên ku ji ber Tundiya mêr di bin xetereya jiyanê de ne, mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin jî dûrî çareseriyê ye. Biryara YSK'ê ya ku naveroka wê nayê fêmkirin, tenê ji bo hilbijêrên jin bi 'biryara arastinê' heye tedbîran dihilberîne. Di biryara ku tê xwestib jin ji bo deng bikarbînin biçin lijneya hilbijartinê ya navçeyê û ‘bi awayekî şexsî’ serî lê bidin, di vebijarka "Navnîşana din" de jî di nava gelek saziyên hatiye rêzkirin de jî malên stargeh nîne. Di biryarê de der barê jin çawa deng bikarbînin de agahiyên zelal nînin.
Parêzera dilxwaz r a Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Selîn Nakîpoglu, der barê jinên li stargehan dibînin nikarin mafê xwe ya hilbijartinê bikar bînin de pirsên me bersivand. Selîn Nakîpoglu, da zanîn ku biryara tedbîrê ya YSK'ê hema bêje ji bo jin nikaribin dengê xwe bidin hatiye derxistin û dengdayîn jî bi berpirsyariya jina ku rastî tundiya mêr hatiye tê hiştin.
‘Organên medyayê yên ku der barê qanûnên heyî de agahiyên derew didin hene’
Selîn Nakîpoglu diyar kir ku wek nebûna polîtîkayên tevayî û hêzeke ku bi berdewamî şer li dijî qanûnên heyî dimeşîne heye û wiha got: “Hin organên medyayê yên ku der barê qanûnên heyî de agahiyên derew didin û nûçeyên sexte çêdikin hene. Û bi rastî dema ku em li giştî dinêrin, em dibînin ku mêr di vê pergala baviksalarî de bingehên xwe pir zelal bikar tînin, ango çapemenî, hiqûq, ol, malbat, hiyerarşi Hemû bişkokên cudaxwaziyê hatine pêlekirin. ‘Fetvanên’ ku Serokatiya Karên Diyanetê ji bo polîtîkaya dewletê bi bandor bibe daye hene. Van hemûyan, di van 21 salên dawî de, bi taybetî di 13 salên dawî de, em gelek caran gotinên ku sûcê cudakariyê pêktînin, dibihîzin. Em dibînin ku di van salên dawî de qanûnên pergala hiqûqî, dadgeh, dadger û parêzer jî bi awayekî baviksalarî tên şîrovê kirin. Di vê nuqteyê de em têkildarî pirsgirêkên ku di pergala baviksalarî de di bin kontrola mêran de ne, di bin zextek giran de ne.”
‘Em di pêvajoyek hilbijartinê ya pir girîng de ne’
Selîn Nakîpoglu da zanîn ku ji roja ewil a desthilatdariya AKP’ê û vir ve ew jin û LGBTÎ+yî her tim pêvajoyê bi baldarî dişopandine û wiha got: “Em her tim hewl didin ku bibin xwedî pêşdîtin û me wiha got, ‘dibe ku ev pirsgirêkeke wiha avabike’, ‘dibe ku biryara Dadgeha Bilind di xalek wiha de derbikeve pêşiya me’. Serokwezîrê wê demê yê ku di sala 2014'an de got 'Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim' û di sala 2008'an de jî bi sepandina 3 zarokan hat pêşiya me, bi salan hat asteke wisa ku ; Bloka AKP-MHP’ê dest pê avakirina tifaqên ku hewil dide polîtîkayên xwe yên paşverû li ser jiyana jinan û LGBTI+yan pêk bîne, kir. Em di xala ku hatine de bi Tifaqa Cumhur a Partiya Refahê ya ji nû ve û HUDA-PAR’ê di nav de cih digre ya pir bi biryare re rû bi rû ne. Di vê nuqteyê de em di pêvajoyeke wisa de ne ku em dibînin ku hemû bişkokên serdestiya mêr hatine pêlêkirin. Em di pêvajoyek tarî de ne, lê em dibînin ku dixwazin me bikin nava tarîtiyek tarî û reş. Lewma divê bê gotin ku derbarê van hilbijartinan de em di pêvajoyeke pir girîng de ne.
‘Divê biryara YSK’ê bizimanekî hêsan were nivîsandin’
Selîn Nakîpoglu bal kişand li ser biryara YSK’ê ya di 19’ê Adarê de hatiye dayîn û wiha got: “Biryarek ku YSK’ê di 19’ê Adarê de daye heye. Biryar derbarê jinên di stargeh û rastî tundiyê tên de ye. Ango divê biryara ku bi zimanekî pir hesan were nivisandin pir tevlî hev û nayê fêmkirin e. Ne pêwîste ku hûn ji bo biryar, rêzikname û rêziknameyên fêmbikin, bibin mezûnê fakûlteya hiqûqê. Divê tenê bi zimanekî hêsan bê nivîsandin. Di biryara YSK'ê de ewilê ew yek bala min kişan. Biryareke ku her tim behsa 'serlêdana kesane' dike. Behsa serlêdana ‘şexsî’ ya jina ku rastî tundiyê hatiye dike. Ango li ser serlêdana 'şexsî' ya jina ku di çarçoveya zagona 6284'an de biryara parastinê girtiye û li stargeheke dewletê hatiye bicihkirin dike”
Selîn Nakîpoglu dest nîşan kir ku di biryara YSK’e pênaseya 'navnîşanên din' heye, lê di biryara YSK’ê de di navnîşanên “din” de stargeh nîne û diyar kir biryara YSK'ê ji bo astengkirina deng dayîne hatiye derxistin.
‘Jin der barê jiyana xwe de fikaran dijîn’
Selîn Nakîoglu balkişand ku dengdayîn bi berpirsyariya jina ku rastî tundiya mêr te hatiye hiştin û da zanîn ewşeke nû ye ku bi awayekî fermî li ser berpirsyariya jina ku rastî tundiya mêr tê hatiye hiştin e. Selîn Nakîoglu dest nîşan kir ku ji ber ku jin li cihê dibîne derbikeve, helbet bi fikarên 'ez ê ji jiyana xwe bim jî hîs dikin û wiha got: “Berî her tiştî, serîlêdanek 'bi şexsî' heye. Bila bên kirin. Jina ku li Stenbolê di stargeha dewletê de bimîne dê çawa biçe dibistanên derdora ŞONÎM ku tenê di xalekê de ye? Ji bo veguheztina wê plansaziyek tune. Ger zarokek wê ya biçûk hene bikaribe neyne cihekî an jî bi zarokê xwe re were, an were şopandin. Gelk pirs hene û ew bi tu awayî neketiye rojava YSK’ê.
Jinên ku di malên stargehê de namînin lê biryara parastinê girtine jî hene
Selîn Nakîoglu da zanîn ku jinên ku ji qanûna jimare 6284'an sûd wergirtin, lê nikarin malên stargeh ên dewletê binîn, ji ber rastî tundiya mêr hatine biryara parastinê girtine hene û wiha axivî: “Rewşa wan jinan an jî zarokên dê çi bibe? Gelo ger ne di stargehê de bin, pirsgirêk nîne? Lê dadgeh biryara parastinê daye! YSK’ê qet li alternatîfên curbecur nefikirî ye. Gotiye 'ji bo misogerkirina ewlehî dê bi dewletê re koordînasyon were kirin', koordînasyonek çawa ango dîsa topê diavêje ŞONÎM'ê. Mînak, li stargehê dimîne, biryareke nepenîtiyê heye, hêzadewletê dê çawa fêm bike ku ew jina ku hatiye dengdanê ye, têkildarî vê plansaziyek çawa heye. Tu tiştek tune ye.” Ango wek te got, wek ew 6 salin ferq nake ku jinên li stargehan deng bidin an ne, helbet mafê wan ya destûrî ye, lê berpirsiyariya wan bi xwe ye! An jî çawa bi berpirsiyariya xwe. Ma ewlehiya wê ya jiyanê ne di berpirsiyariya te de ye? An jî ewlehiya zarokê ku bi wê re dimîne.”
Çend jin hene ku li stargehan dengê xwe bidin em agahî dixwazin
Selîn Nakîoglu da zanîn ku der barê jinên ku li stargehan de dengê xwe bidin de agahî dixwazin û wiha got: “Ev tiştekî gelek sacmayê. Dibe ku ev dem were dirêj kirin. Ger wezaret bixwaze dikare vê yekê bike. Ji ŞONÎM’ê re radigihîne ku ev muhlet bi rêya e-dewlet hatine dirêjkirin û dikarin serlêdan bên kirin. Ger ji hêla Wezaretê ve were xwestin, helbet ev dikare pir bi hêsanî were kirin. Beriya her tiştî çend jin hene ku li stargehan dengê xwe bidin. Em agahdarî dixwazin, em hejmar dixwazin. Di biryara dadrêsî ya ku çend kesên biryara tedbirê girtine de biryara parastina taybet heye, daxwazên nepeniya nasnameyê hene. Hûn ji bo jin û zarokên ku li stargehan namînin û ji qanûna jimare 6284 sûd werdigirin plansaziyên çawa dikin? Pirseke mezin e. Biryara parastina tedbîrê ku YSK'ê girtiye, jinan dihewine. Ev tedbîr dem jin deng bikartînin jimare nasname, navnîşan û paşnavên jinan tên veşartin. Ev ne çaseriyê. Min çareseriyek nedît. Ev 6 sal in nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Eşkereye ku ew naxwazin pêk bînin. Ger bixwazin dikarin di 10 saniyeyean de pêkbînin.”
‘Jin li vî welatî bi biryara parastinê li ber avahiyên giştî têb qetilkirin’
Selîn Nakîoglu da zanîn ku divê ji bo çareseriyek baş pirsgirêka 'serlêdana şexsî' bê derbaskirin û wiha got: “Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çati ji bo agahdariyê serlêdanan dike. Lê ji bersivên tên dayîn tiştek nayê fêmkirin, çareserî dernakeve. Û em bi silsiyerek bersivên ku her tiştî diavêjin ŞONİM re rû bi rû ne. Beriya her tiştî divê pirsgirêka 'serlêdana şexsî' bê derbaskirin. Derbarê cihê çûna fizîkî ya dengdanê de peyva " ji bo misogerkirina ewlehiyê koordînasyona bi qanûnê re "tê gotin. Ew koordînasyonek çawa ye, planlameya wê çiye? Li vî welatî Halîme Aslan a ku di bêrîka xwe de biryara qanûnê ya jimareya 6284'an hebû li ber deriyê edliyeyê hat qetilkirin. Dema ku li vî welatî jin li avahiyên giştî bi biryarên parastinê têne qetilkirin, mirov çawa dikare xwe bispêre gotinek wusa nezelal, sozek nezelal û derdikeve derva?”
Kadınlar anayasal hakkını kullanmak istiyor neden bir şey yapmıyorsunuz
Selîn Nakîoglu dest nîşan kir ku divê ji mijara jin dixwazin mafê xwe yê destûrî bi kar bînin, hûn çima tiştekî nakin re bersivek cidî bê dayîn û wiha axivî: “Ez bi rastî pir cidî dibînim. Divê ev pirsgirêk mijar kirin. Jinên li stargehan dimînin dixwazin mafên xwe yên destûrî bi kar bînin, dixwazin mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin. Çima hûn li ser vê yekê tiştek nakin, pirsa rastîn ev e. Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Malbatê, baş dizane ku ji bo ewlehiya jinan çi bike! Hesan e ku meriv gotin û îdia yên wekî ‘ji tundiyê re tolerans sifir’ bike. Girîng e ku ev di pratîkê de di bin her şert û mercî de were pêkanîn. Şewbê çebû hat betalkirin. Erdhej çêbû dîsa hat betalkirin.. Em ê dîsa di heman xalê de ne. Bi ti awayî pêvajoya biryargirtinê ya bilez li gorî rewşê kar nake. Ewlehiya jiyana jin û zarokan di rêza yekem de tê girtin, kar û xebatên pir û pir girîng hene ku dewlet bixwaze dikare bike!”
‘Li avahiyên wezaretê pirsgirêka elektrîk e heye’
Selîn Nakîoglu diyar kir ku maseyên wezaretê hene û wiha axivî: “Tê gotin ku maseyên wezaretê hene. Lê wek mînak jin dê çawa werin deverêr, ew mase li ku ne, nayê zanîn. Ne diyar e ka li 11 parêzgehan heye yan na. Nizanin li ku ne. Ango avahiyek heye avahiya Wezareta Malbatê ku hilweşiya. Lê li wir agahdariya birêve dibe tuneye. Niha jî pirsgirêka elektrîkê heye. Ronahî ji bo ewlehiyê pir girîng e. Di vî warî de tu pêşketin tune. Di roja 63'aemîn a hilweşînê de, 2,5 mîlyon kes hêj di konan de dijîn, haya ewlehiyê ji vê yekê tune ye. Dibêjin kesên ku hev nas nakin di konekî mezin de bi hev re dijîn. Dibe ku jinek ciwan naxwaze bijî, dibe ku pirsgirêkên ku ew pê nerehet be hebin. Lê em li ser vê yekê tu gav nabînin.
‘Li herêmên erdhejê zarokên winda hene’
Selîn Nakîoglu derbarê zarokên winda yên erdhejê de jî wiha axivî: “Em wek çend jinan di 3’ê Adara 2023’an de di çarçoveya Qanûna Agahdariyê de serî li Wezareta Malbatê da. Ji ber ku me dest bi gotinên pir giran dikir. Der barê zarokên ku di erdheja navenda Mereşê de dê û bavên xwe winda kirin me pirs pirsîn. 22-23 pirs bû. Di van her du erdhejan de çend zarokan jiyana xwe ji dest dan, çend zarok dê û bavên xwe winda kirin, çend zarokên ku hatin windakirin hatin dîtin, çend kes radestî malbat û xizmên wan hatin kirin, ev radestkirina çawa li gorî beyanan an li gorî nexşeya malbatê an testa DNA? Wezaretê li ser gotinên derbarê van mezheban de lêkolînek kir, wezaret xwest ku lêpirsîn bê vekirin an jî hejmara protokolên bi Karên Diyanetê re çêkiriye çend e. Em dibînin ku bi taybetî ji bo zarokên li herêma erdhejê, ji bo zarokên 4 heta 8 salî konên Qursa Qur'anê tên vekirin. Me got, gelo dema ku rewşên pir akut li vê derê hebin, hûn ê bikaribin li ser vê yekê daxuyaniyek dikin. Gotin na. Her wiha, 'Çend zarokên penaber, zarokên xwedî statuya penaberiyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane? Me got 'Hûn dikarin vê ji raya giştî re eşkere bikin?' Di derbarê vê yekê de jî me bersiv negirt. 'Bi Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê, Baroyên Tirkiyeyê, Navenda Mafên Zarokan, rêxistinên jin û zarokan re, em di demên gelekî girîng de derbas dibin (Ez behsa 3'ê Adarê dikim). Dema me pêvajoya got, şopa hin zarokan dikare were dîtin, hîn ne dereng e, bersiva, “ji xwe em dikin” hat.”
Têkildarî zarokên li herêma erdhejê pirsgirêkek mezin heye, lê tê paşguh kirin
Selîn Nakîoglu diyar kir ku gotine ‘zarokên ku ji aliyê malbat û xizmên wan ve tên lêgerin kirin hene' û wiha got: “Hêj jî di medyaya dijîtal de heye û me gelek îlanên bivî awayî dît. Dema ku me di çarçoveya Qanûna Agahdariyê de der barê van daneyan de pirs pirsîn, Wezaretê daxuyaniyên ku ne li gorî daneyan bûn û ne zêde raveker bûn, da. ‘Gelo hemû zarokên ku ji aliyê malbat û xizmên wan ve tên lêgerîn kirin di daneyên Wezareta we de cih digirin? Hûn van daneyan çend hertim nû dikin?' Ango tişta ku divê wezaret bibûya ew bû ku her roj ji raya giştî re daxuyaniyê bide. Hejmara zarokên ku endamên laşen xwe winda kirine çend e, malbateke wan heye yan tune ye, çend zarok li derveyî saziyê xistine bin parastina komeleyên weqfan, ango mezheban. Dema me got ‘Hûn çawa destûrê didin wan, hûn çima destûrê didin wan? Û çima hûn nakevin pey wan” me bersiveke ku me digot 'bersiv ev e' negirt, tu kes nedigirt. Ger raya giştî meraq neke pirs neke, pêwîstiya daxuyanî nayînê jî nabînin.”
‘Em nûnertiya wekhev dixwazin’
Selîn Nakîoglu derbarê nûnertiya wekhev ya jinan de jî wiha got: “Ev çend sal in em heman tiştî dijîn? Em niha dizanin ku ev yek bi dilxwazî tê kirin. Ji bo jinên ku di stargehan de dimînin dengdan pir girîng e, hûn nikarin wan paşguh bikin, hûn nikarin mafê wan ê dengdanê paşguh bikin. Rastiya hilbijartinê jî heye. Em temsîliyeta wekhev dixwazin. Em nîvê nifûsê ne, ji bo ku di meclîsê de nûnertiya wekhev pêk were, divê jin bi mêran re û ji cihên ku lê bên hilbijartin, bibin namzet. Ango bi namzedkirina namzedek jin ji cihekî ku qet nayê hilbijartin, ji bo temsîliyeta wekhev tiştek nayê kirin. Niha jî behsa kotaya ji sedî 30 tê kirin. Ji bo hinek partiyan ev tiştekî pir cidî ye. Di vê hilbijartinê de ji her demê girîngtir e ku di kampanyayên partiyan de piştgirî bidin kampanyayên namzetên jin û ji cihên ku bên hilbijartin bên nîşandan. Di vê hilbijartinê de divê wekheviya zayendî di navenda xebatên hilbijartinê de be. Hûn dipirsin çima? Ji ber ku bloka AKP-MHP’ê hewl dide hemû polîtîkayên xwe yên paşverûtiyê li ser jiyana jinan pêk bîne. Bi ketina HUDA-PAR'ê û YRP'ê ya Tifaqa Cumgur pêşkêşkirina wan şert û mercan em dibînin ku em dixwazin ji tariyê ber bi zêdetir taritiyê bên kişandin.
‘Kursiyên ku di meclîsê de mafê jinan e, ji aliyê mêran ve hatine dagirkirin’
Em hewl didin ku di noqteyeke di navbera hebûn û tunebûnê de xwedî li jiyana xwe derkevin. Pir eşkere ye ku an em ê vê tariya kûr bi hev re qul bikin û bigihin ronahiya sibehê an jî em ê bê bêhn bînin. Em hatine serdemek wisa dijwar. Kursiyên ku mafê jinane vê meclîsê ji aliyê mêran ve tên dagirkirin. Ji ber vê yekê em tiştê rast dixwazin. Ango polîtîkayên li dijî jinê yên partiyên ku di nava Tifaqa Cumhur de cih digirin bi awayekî zelal vê yekê tînin ziman û şert û mercên li dijî Destûra Bingehîn û mafên mirovan derdixin pêş. Û ev şert têne qebûl kirin. Ji ber vê yekê ev pêvajo pir girîng e. Dibe ku yek ji demên herî girîng ên Meclîsê be. Em dixwazin nûnertiya wekhev ne bi gotinan, di rastiyê de bibînin. Divê aliyên siyasî di vê mijarê de karê xwe bikin. Bi gotineke din nûnertiya wekhev mafê jinê ye. Ev ne tiştekî wiha ye ku mirov weke 'bedewiya ku em li jinên xwe dikin' bê îfadekirin, ev hevok jixwe hevokeke cudaxwaz e. Ev mafê me ye. Di vê meclîsê de bi salaen parlementerên mêr kursiyên me yên mafdar digirtin. Û êdî em nikarin tehemûl nîşan bidin. Ger sedsala 21emîn dê bibe sedsala jinan, rabin ji kûrsiyên me.”