Ji Talîbanê şerta vebûna kafeyan: Divê jin nekevinê!

Li bajarê Heratê Talîbanê destur da kefeyên internetê vebibe, bi şerta ku “jin nekevin kafeyan” danî.

Navenda Nûçeyan – Talîbana ku rêvebariya Afganîstanê desteser kir polîtîkayên xwe yên li dijî jinê didomîne. Talîbanê ku li Heratê biryara girtina kafeyên internete dabû, piştî hefteyekê got, “Dikare vebibe lê bi şerta ku jin neyên girtin.”

Bi hinceta ku “navendên mustehcen” û “ciwana dixapîne” ji beriya hefteyeke dirêj li bajarê Heratê kafeyên internetê hatibû girtin. Bi biryara şertê ku jin nekevinê ji nûve vebûna kafeyan bal dikşîne.