Mirina bi guman a Dîna: Mêrê cara 4’an hat binçavkirin hat girtin

Derbarê destpêkirina lêpirsîna mirina bi guman ya xwendekara Gabonî Dîna de mêrê ku cara 4'an caran hat binçavkirin, hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Di 26’ê Adarê de li mêrga Filyos cenazeyê xwendekara zanîngeha Karabuk Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga ya Gabonî (17) hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê mirina bi guman ya Dîna de hatibû destpêkirin de, mêrê berê bi gumana cinayetê 3 caran hatibû binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin û hatibû berdan, cardin hate binçavkirin.

Li ser îtiraza serdozgeriya Komara Karabukê kiryarê ku cara 4’an hat binçavkirin û sewqî dadeghê hat kirin, hate girtin.

Derbarê mirina bi guman a Dîna de 3 jê biyanî ji 9 kesên ku berê hatibûn binçavkirin, 6 jê piştî lêpirsînê hatibûn berdan. 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.