‘Beriya mirina Dîna polîs ji bûyerê agahdar bû’

Şahidê ku derbarê şeva windabûna xwendekara zanîngeha Karabuk Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga ya Gabonî de axivî û da zanîn ku li polîs geriyaye rewşê jê re gotiye û dema Dîna di reviya 4-5 mêr li pey wê bûne.

Navenda Nûçeyan – Di 26’ê Adarê de li mêrga Filyos cenazeyê xwendekara zanîngeha Karabuk Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga ya Gabonî (17) hate dîtin. Ji bo sedemê mirina Dîna were aşkerekirin malbat û hevalên wê li ser înternetê dest bi kampanya îmzayan kir. Gelek kesan piştgirî da kampanya îmzayan.

Solange ya dest bi kampanaya îmzayê kirî ev daxuyanî da û got: “Ez jî ji eslê xwe Gabonî me. Ji ber netewperestiyê xuşkekû keçek û hevalek me wida kir, ez vê qebûl nakim.”

3 caran sewqî girtinê hat kirin, lê hat berdan

Li kêleka wê derbarê bûyera mirina Dîna de lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Karabuk ve hatiye destpêkirin jî bal dikşîne. Serdozgeriyê îdea kiribû ku tu êrîşên zayendî, amûrên birînê û nîşanenên çekê nehatiye tespîtkirin û di avê de xeniqîn û mirinek bi rêbazên xwezayê çêbûye. Lê belê piştre di rapora otopsiye derket holê ku tiştek wisa tune ye. Derbarê mirina Dîna de 9 kesên ku berê hatin binçavkirin hatin berdan, bi gumana cinayete kesê ku hat binçavkirin û 3 caran daxwaza girtinê hatî kirin û sewqî dadgehê hat kirin, cardin hate berdan.

‘Hiqûq tê binpêkirin’

Parêzerê sefirê komara Gabon ya Enqere Kerîm Bahdir Şeker di daxuyaniya ku dayî rojnameya Cumhuryet diyar kir ku derbarê bûyerê de kesek sê caran hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan û got: “Em li beramberî binpêkirina hiqûqê ne em vê biryarê bi tu awayî qebûl nakin. Divê ji vê biryara xelet zu vegerin.” 

‘Beriya mirina Dîna polîs ji bûyerê agahdar bû’

Rojnemger Timur Soykan bi nivîsa xwe ya bi sernava ‘Dema Dîna di reviya li pey wê 4-5 kes hebû’  ev zanyarî parvekir û destnîşan kir ku di qeyda kamareyan de Dîna di şeva 25’ê Adarê piştî ku ji apartmanê derket di kolanê de bi lingên tazî di reviya hatiye dîtin.

Derbarê lêpirsînê de ev agahî parve kir: “Tê gotin divê xalê de şehidek xeternak heye, behsa bûyerek ku havalên Dîna negotin dike. Şahidek li beramberî apartmana Has ya Dîna lê dimîne, xwendekarek biyanî yê Afrîqa ye, li gora ideayan; Di şeva 25’ê Adarê Dîna bi zorê dihat girtin û şerek mezin li kolanê rû daye. Li gora zanyariyên ku me ji çavkaniyan girtiye ev şehid bi kurtasî wiha got: “Roja bûyerê dema ku min nimêj dikir deng dihat dema ku min lê nêrî yek bi puhin û mistan li derî dida min bihîst. Ji xwe ji camê dihat dîtin ku kiye. Dema dengê girî min bihîst min ji balkonê da ber qêra min got ‘ezê li polîsan bigerim’, şer rawesta. Piştî demekê cardin denge şer û lêdana derî  destpêkir. Ew kesê hewil dide derî veke paşde hinekan ew asteng dikir. Cardin dema min da ber qêran min got min gazî polîsan kiriye tên destur dan  ew ji derî derbikeve. Ji bo alîkariya wê bikin min cardin da ber qêran yan guhê xwe neda min yan jî ji min fam nekir. Di vê demê de ez li polîsa geriyam û min rewş jê re got.”  

Dema Dîna direviya 4-5 mêr li pey bû

Timur Soykan bi bîrxist ku şahid li polîs geryaye û got: “Beriya mirina Dîna polîs ji bûyerê xeberdar bû. Dema ku Dîna di reviya dû meran derdor qontrol dikir û piştre bûn 4-5 kes, ev kesane piştî ku li hev nêrîn bi îşaretên dest  gotin ew çûye û hinek rê din ew çûn. Ji xwe ew rêya Dîna pêve diçû ya diçû Mavî Bufe yan jî diçe Siteya Arî.”