EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran dîsa ji nûnertiya wekhev dûr e!
Platforma EŞÎK’ê bal kişand ku lîsteyên parlamenterên partiyê siyasî yên ku pêşkêşî YSK’ê kirine, dîsa ji nûnertiya wekhev dûr e û wiha got: “Nûnertiya wekhev jêvenegera me ye. Heta nûnertiya wekhev, bi qanûnî û bi ewle pêk neyê, em ê têbikoşin.“
Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) der barê lîsteyên namzetiyê yên partiyên siyasî yên ku dê 14’ê Gulanê beşdarî hilbijartinê bibin de daxuyanike da. Di daxuyaniyê de hat balkişandin ku lîsteyên parlamenteran yên partiyên siyasî pêşkêşî Lijneya Bilind a Hilbijartinê kirine dîsa ji nûnertiya wekhev pir dûr e.
Di daxuyaniya hat dest nîşan kir ku her çend hejmarek zêde namzedên jin ên îdiaya 'jin naxwazin têkevin siyasetê' pûç dikin hene jî, di lîsteyan de hejmarek gelek kêm jin cih digre de wiha hat gotin: Piraniya jinên ku di lîsteyan de navê wan hene, li cihên ku dê neyên hilbijartin, hatine bicihkirin. Hêj, yek partiyek siyasî ku ji bo bidestxistina wekheviya zayendî rêbaza fermûar pêktîne tuneyê. Di lîsteyan de pergala fermûar, ne ji bo zêdekirina hejmara jinan, ji bo wekhevkirina hejmara parlamenteran a di navbera partiyan de hat bikaranîn.”
'Divê lîsteyên ku ne nûnertiya wekhev in bên redkirin'
Di daxuyaniya ku hat gotin, “Di guherîna yekem a makezagonê de divê prensîba nûnertiya wekhev di hemû hilbijartin û tayînkirinê de weke hêmanek makezagonî bê dîtin. Divê lîsteyên ku ne #NûnertiyaWekhevin ji aliyê lijneyên hilbijartinê ve bên redkirin, hat dest nîşan kir ku heta nûnertiya wekhev, bi qanûnî û bi ewle pêk neyê, dê têbikoşin.