Xirbeyên avahiyên li Semsûrê rijandin nava goristanê!

Yek ji mexdûrên erdhejê Devrîm Aslan bertek nîşanî kavilên avahiyên erdheja ku li Semsûrê li nava Goristana Karapinarê hatibûn valakirin da û wiha got:“Xirebeya bû sedema mirina xwişka min li kêlaka gora wê ye. Bi vê yekê êşa me zêde dikin.”

MEDÎNE MAMEDODLU

Semsûr- Erdhejên di 6’ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 navenda wan Mereş bû, li gelek bajaran bû sedema hilweşandinê. Li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di xebatên tesbîtkirina xisarê de hat tesbîtkirin ku 35 hezar û 355 avahî hilweşiyane, 17 hezar û 491 avahî pêwîst e bi lezgînî werin hilweşandin, 179 hezar û 786 avahiyan xisarên giran, 40 hezar û 228 avahî xisarên navînî û 431 hezar û 421 avahî jî kêm xisar in.

Tevî ku 9 meh ji ser erdhejê re derbas bû jî birînên erdhejê hê nehatine pêçan. Li gel çaresernebûna pirsgirêka cih, erdhejzede demsala zivistanê di kon û konteyniran de pêşwazî dikin. Yek ji bajarên ku mexdûriyeta erdhejzedeyan û pirsgirêkên piştî erdhej hatin jiyîn berdewam dike Semsûr e. Li Semsûra ku 5 hezar û 953 avahî hatin hilweşandin, ji bo zêdeyî 20 hezar avahiyan biryara hilweşandina lezgîn hat dayîn.

Kavilên erdhejê dirijînin nava çem û goristanan!

Kavilên ku ji xirbeyên avahiyên hatine hilweşandin tên girtin jî bi mehan e davêjin nava çemê ku  li kêlaka Goristana Karapinarê derbas dibe. Piştî ku çem tijî bû, kavilan rijandin ser zeviyên çandiniyê yên vala yên li ser rê. Piştî ku kavilan rijandin nava çem ji hev hatin cudakirin, vê carê jî rijandin nava Goristana Karapinarê ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatine definkirin. Malbatên ku di nava kavilên ku ji bo mezinkirina goristanê tên avêtin serdana gorê xwe dikin, diyar kirin ev pêkanîn bi zanebûn li goristana ku gorên hemwelatiyên Kurd ên Elewî lê pir zêde ne tê kirin.

‘Êşa me mezin dikin'

Yek ji malbatan jî Devrîm Aslan e. Devrîm Aslan a ku di erdhejê de tevî xwişka xwe ji malbata xwe 5 kesan winda kir, diyar kir ku xirbe li pişt 5 gorên aîdê malbata wê hatiye rijandin. Devrîm Aslan, da zanîn ku dema xirbeyan dibîne kêliya ku erdhej çêbû tê bîra wê, êşê dikşîne û wiha got:

“Xirbeya mal û tiştên kesên li goristanê radizên, dirijînin vî çemê. Kesên ku di van xirebeyan de mirin li vir defin kirin. Hemû bi malên xwe li vir hatin definkirin. Ev ne tiştekî rast e û ne jî mirovî ye. Xirebeyên ku bûn sedema mirina xwişka min li kêleka wê ne. Êş li êşa me zêde dikin. Ew der berê çem bû, piştî ku ew der tijî bû, xirbeyan anîn vir û rijandin. Êdî yên dimirin jî dê li wir defin bikin. Ev ne tiştekî rast e lê dikin. Em çi bikin û vê yekê ji kê re bibêjin jî vala ye, tu tiştekî ku em bikin nîn e.”

'Kes me nabîne û nabihîse'

Devrîm Aslan, diyar kir ku kebçeyên ji bo rizgarkirina mirovên di bin xirbeyan de nehatin, ji bo rakirin û ji hev cudakirina xirebeyan bi hev re ketine pêşbaziyê û wiha got: “Mirovên ku bi rojan di bin xirbeyan de man û li benda alîkariyê bûn. Ne makîneya kar û ne jî tiştekî din tunebû. Me cenazeyên xwe piştî saetan derxistin. Malbata min di qata jor de dijiya, me bi hewldanên xwe, bi dest û neynûkên xwe cenazeyên xwe derxistin. Sê rojên ewilî tu kes tunebû, dema ku makîneyên kar hatin jî tu kes zindî nemabû. Li kolanan ne polîsek û ne jî dewlet tunebû. Me cenazeyên xwe bi hewldanên xwe derxistin. Mirov bi rojan di vê sermayê de bi qîrîn û hawar di bin xirbeyan de man û jiyana xwe ji dest dan.”

Devrîm Aslan, destnîşan kir ku xirebeyên li kêlaka goran tên rijandin êşa wan mezintir dike û wiha got: “Kes guh nade me. Kes me nabîne û nabihîse. Ji ber ku li vir Kurdên Elewî hene vê yekê dikin. Li goristanên din rewşeke wiha tune ye. Vê yekê tenê li vir dikin. Eger em niha biçin û bibêjin, em nikarin muxatabek jî bibînin."