Ji girtîgehê bang kir: Em dixwazin hûn ji dengê me re bibin deng

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li girtîgehan dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 5’emîn de berdewam dike. Leyla Saraç, ji Girtîgeha Jinan a Şakranê bang kir û wiha got: "Em dixwazin hûn ji dengê me re bibin deng."

Navenda Nûçeyan- Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî li 104 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hat destpêkirin, di roja xwe ya 5’emîn de ye.

Di greva birçîbûnê ku gelek girtî dorveger tevlîbûn de, girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin.

Helbestvan Leyla Saraç a li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de Leyla Saraç wiha got: “Weke hûn jî dizanin, bi dirûşmeya ‘Ji Rêbertî re azadî, ji pirskirêka  Kurd re çareserî” pêngavek nû destpê kir. Hevalên me Kubra Filiz û Esma Başkale jî di vê çarçoveyê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Em dixwazin bi taybet malbatên me hemû raya giştî xwedî çalakiyê derbikevin. Em dixwazin hûn ji dengê me re bibin deng. Heta ku Rêbertiya me û gelê me azad bibe, em ê çalakiya xwe bidomînin. Ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim.”

Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hat girtin

Helbestvan û nivîskara Kurd Leyla Saraç a nivîska pirtûka helbesta Kurdî ya binavê "Werzeba" û pirtûkên çîrokên Kurdî "Zerya", di sala 2015'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 7 sal û 6 cezayê girtîgehê girt. Piştî ku 5 sal û 8 meh di girtîgehê de ma, di 25’ê Cotmeha 2021’an de hat berdan. Nêzî 8 meh piştî berdana xwe, di 14’ê Hezîrana 2022’an de carek bi hinceta înfaza wê hat şewitandin hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê. Leyla Saraç, di heman demê de girtiyek nexweş e. Tê payîn ku Leyla Saraç di Nîsana 2024’an de bê tehliye kirin.

32 meh in hevdîtin nayê kirin

Çalakiya ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'ê ve di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin, dê heta 15’ê Şibata 2024’an berdewam bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, 32 meh in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêkbîne.