Ji pêkhateyên Hesekê banga têkoşîna li dijî tecrîdê

Jinên pêkhateyên Kurd û Ereb yên teqez kirin ku azadiya xwe di fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtin, gotin “Tecrîda li ser Rêber Ocalan ne qanûnî ye” û li dijî tecrîdê banga têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Êrişên giran ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û gelên herêmê, bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, piştî hevdîtina wî ya dawî ya bi parêzeran re ya 7'ê Tebaxa 2019'an pêk hat. Di wê hevdîtinê de rêber Ocalan gotibû "Ez dikarim aloziyên heyî çareser bikim û di nava hefteyekê de şer rawestînim û em dikarin ji bo vê yekê gavên mezin bavêjin." Ji wê demê ve tecrîd giran bûye. Jinên pêkhateyên Kurd û Ereb banga azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

‘Pêwîst e deriyê Îmraliyê were vekirin’

Mehabat Mihemd da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdekî ne qanûnî ye û wiha axaftina xwe domand: “Em tecrîda li ser Rêberê xwe şermezar dikin. Li gorî qanûnan mafê hikumxwarekî heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Lê vê qanûnê ne ji bo malbat û ne jî ji bo parêzerên wî pêk tînin. Gelo dijî yan najî, em nizanin. Vê rewşê êdî tecrîdê jî derbas kiriye. Mînakeke din a vê rewşê li tu deverên cîhanê tune ye. Tecrîd li ser hebûna girtiyan çêdibe. Ev ne tecrîd e. Dewleta Tirk li dijî hiqûqa xwe tevdigere. Divê parêzer, malbat û heyet bi serokatiyê re hevdîtinê bikin. Ev mafê wî yê herî hiqûqî ye. Pêwîst e deriyê Îmraliyê were vekirin da ku em agahiyê ji Rêbertî bigirin.”

‘Tecrîd bercewendiyên dewletan pêk tîne’

Nadîn Remo balkişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku pêkanîna tecrîdê li gorî berjewendiyên dewletan e û wiha anî ziman: “Dewletên hegemon li dijî Rêberê ku banga azadî, wekhevî û edaletê dike bûn yek û komployek bêbext pêk anîn ji bo pêşî li analîzên wî bigrin lê ev yek pêk nehat lewma tecrîde li ser wî pêk anîn da ku krîza heyî ya dewletên hegemon jê sûdê digrin neyê çareserkirin. Em dikarin bibêjin ku êrîş û hedefgirtina pêşengên şoreşê ji aliyê dewleta Tirk ve yek ji planên qirêj ên berdewamkirina komplo û tecrîdê ye. Ji ber ku dewlet baş dizanin ên xwe di vê felsefeyê kûr kirine jin in û yên ku vê felsefeyê belav bikin jî jin in lewma ji jinan ditirsin.”

‘Jinên Ereb bi felsefeya Ocalan nefes girtin’

Nadîn Remo destnîşan kir ku bi naskirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jinên Ereb gavên baş avêtine û bendên koletî, paşverûtiyê şikandine û wiha got: “Felsfeya Rêber Apo ne ji bo pêkhateyek bi tenê hatiye, ev felsefe ya xelasiyê ye. Lewma em dibînin ku çawa hemû pêkhate xwe têde kûr dikin û bi yekitiya gelan tevdigerin. Divê em bibêjin ku jinên Ereb piştî şoreşê nefes girtin, di naskirina felsfeya Ocalan de ji paşverûtî, koletiyê heya astekê xelas bûn. Di şoreşê de di qada siyasî, civakî, leşkerî de cih girtin. Weke jinên Ereb me xwe dît. Ev gavek e pîroz û serkeftî ye ku em îro li dijî zihniyeta baviksalarî şer dikin û banga azadiya tevahî jinan dikin.”

Nadîn Remo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye û ya ku ev bar rakiriye ser milên xwe xwe jin e lewma îro em dibînin ku çawa jin di bin dirûşma jin jiyan azadî de yekitiya xwe ava kirine. Ev bersivek ji dewletên komploger re xeta azadiyê dê bi ser bikeve û Rêber Apo azad bibe.”