Cenazeyê Menfiyat Elçîçek piştî 5 salan di kartonê de radestî malbata wê hat kirin

Cenazeyê endama YJA-Starê Menfiyat Elçîçek ku di sala 2018’an di pevçûneke li Katoyê de jiyana xwe ji dest dabû, di kartonek de radestî malbata wê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Endama YJA-STAR’ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) di pevçûneke 14’ê Îlona 2018’an de li herêma Katoya Colemêrgê (Colemêrg) derket de jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî ku Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê agahî da, malbat yekser çû Colemêrgê û testa DNA’yê kir. Tevî testa DNA’yê jî cenazeyê Menfiyat Elçîçek bêyî agahiya malbatê, li goristana bêkesan a Colemêrgê hat definkirin.

Piştî 5 salan cenaze ji goristana bêkesan derxistin!

Di 29’ê Mijdarê de Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Malbata Elçîçek çû ATK’ê. ATK’ê, cenazeyê Menfiyat Elçîçek di torbeyeke şîn ê di nava kartoneke spî de radestî malbatê kir.

Malbatê, cenazeyê keça xwe yê anîn navçeya Hezexa Şirnexê. Cenaze îro bi tevlibûna ferdên malbatê li Goristana Şêx Hesen a Hezexê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.