Greva Birçîbûnê di roja 6’an de berdevam dike

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî a dorveger ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 6’an de berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî li 104 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hat destpêkirin, di roja xwe ya 6’an de berdewam dike.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ de berdewam dike, wê heta 15'ê Sibata 2024'an bi awayekî dorveger dewam bikin.

Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ev 25 sale li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û ev 32 mehe bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.