Îsraîlê ji hewa û behrê êrîşî Zîvala Xezayê kir

Piştî ku agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê 1’ê Kanûnê de bi dawî bû, Îsraîl tevahiya şevê ji hewa û behrê ve êrîşê Zîvala Xezayê kir.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê 1’ê Kanûnê de bidawî bû, Îsraîlê ji hewa û behrê bi balafirên şer û keştiyên şer êrişî Zîvala Xezayê kir. Êrîşên li ser Xan Yûnisê ya li başûrê Şerîda Xezayê û bajarê Deyr El Balahê ya li navendê cih digre, tevahiya şevê berdewam kir. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî bidawîbûna agirbesta demkî di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 178 kes jiyana xwe ji dest dan û û 589 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, balafirên şer ên Îsraîlê li ser bajarê Xan Yûnisê êrîşekî hewayî ya giran pêkanî. Di êrîşê de zarok û jin jî di nav de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Keştiyên şer ên Îsraîlê jî bi çekên giran êrişê herêmên peravê yên bajarê Deyr El-Belah a beşa nîvek a Zîvala Xezayê kir û bombeyên ronîkirine avêt.

'Deriyê Sînor ê Refahê bi awayê asayî dixebite’

Ofîsa ragihandinê ya hikûmetê ya li Zîvala Xezayê, diyar kir ku Deriyê Sînor ê Refahê 2’ê Kanûnê roja Şemiyê bi awayekî 'asayî' dixebite û axaftinên deriyê sînor hatiye girtin jî derewand. Ofîsê, têkildarî daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê ya da zanîn Îsraîl derbasbûna tirên alîkariyê ya ji Deriyê Sînor ê Refahê ya ji bo Xezeyê asteng dike jî, li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û wiha got: "Deriyê Sînor ê Refehê îro roja Şemiyê bi awayekî asayî dixebite û em axaftinên deriyê sînor hatiye girtin qebûl nakin.”

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî Heyva Sor a Filistînê de, hat ragihandin ku  hêzên Îsraîlî ji 1'ê Kanûnê û vir ve "heta fermanek din" destûr nadin ku alîkariyên ji Misrê derbasî Xezayê bibin û hat diyar kirin dixwazin tirên alîkariyê yên li aliyê Filistînê di nava demek jîn de li vir biteriqînin.

Li Xezayê 178 kes jiyana xwe ji dest dan

Lihevkirina têkildarî di pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de ji bo 4 rojan agirbesta demkî bê ragihandin, 24’ê Mijdarê roja Înê saet 07.00 (TSİ 08.00) ket meriyetê û piştre 3 roj in hatibû dirêjkirin. Di çarçoveya lihevkirina pevguhertina rehîneyan de ji Zîvala Xezayê 81 rehîneyên Îsraîlî û ji girtîgehên Îsraîlê jî 240 Filistînî hatin berdan.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku  hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji danê sibehê ve li ser Xezeyê didomin de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 178. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 589 kes jî birîndar bûne.