Agirbest bi dawî bû 109 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de bi dawî bû, di êrîşên Îsraîlê de 109 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Xan Yunus weke 'qada şer' hat îlankirin.

Navenda Nûçeyan - Îro demjimêr 08:00’ê de “navbera mirovî” ya ku ev hefteyek bû di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam kir, bi dawî bû. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji nû ve dest bi êrîşên xwe yên li ser Zivala Xezayê kiriye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Hamasê agirbest binpê kir. axa Îsraîlê gulebaran kir." 

Hamas: Îsraîl ji bo berdewamkirina êrîşan planek pêşwext çêkir

Di daxuyaniya Hamasê de hat diyarkirin ku Îsraîlê şeva borî pêşnîyarê dirêjkirina dema alîkariya mirovî red kir û diyar kir ku Îsraîlê ji bo êrîşên xwe bidomîne ji berê ve plan çêkiriye. 

Xan Yûnis weke qada şer hat ragihandin

Artêşa Îsraîlê daxwaza valakirina hin herêmên li Xan Yûnisê ya li başûrê Zîvala Xezayê kir ku piştî bidawîbûna betlaneya mirovî dîsa dest bi êrîşan kir. Hêzên Îsraîlê li 4 herêmên Xan Yûnisê ya li Başûrê Xezayê ji hewayê belavok avêtin û hişyarî da gel ku ji werin talliyekirin. Di belavokan de ev gotin hatin bikaranîn: "Ji şêniyên El Karara, El Huzaa, Absan û Benî Suheyla re: Divê demildest herêmê vala bikin û biçin stargehên li herêma Refahê. Bajarê Xan Yûnisê cîhê herêma şer a xeternak e."

Di 3 saetan de 109 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Balafirên şer ên Îsraîlê dîsa dest bi êrîşên ezmanî li ser gelek nuqteyên li Xezayê kirin. Her wiha pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û komên Filistînî de li herêmên bakur û navenda Xezayê ji nû ve dest pê kirin. Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Xezayê ragihand ku ekîbên tenduristiyê gelek birîndarên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên piştî bidawîbûna "navbera mirovî" ya li Zivala Xezayê dest pê kirin, mijûl dibin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Kudra derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Kudra got: "Di nava 3 saetan de piştî ku navbera mirovî bi dawî bû, hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de mirin derket 109’an, bi sedan kesên ku piraniya wan jin û zarok in birîndar bûn."