Xepêşandanên mamosteyan didome

Ev pênc meh e boykota mamosteyan ji bo bi destxistina mafê xwe berdewam dike. Îro jî li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê xwepêşandana mamostayan berdewam kir.

Helebce – Li Başûrê Kurdistanê ev pênc meh e boykota mamoste û fermanberan ji bo bidestxistina mafê xwe berdewam dike. Îro jî mamosta û fermanber ji bo daxwaza mafê xwe li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê xwepêşandan lidarxistin. Li Helebce hêjmarek zêde ya mamosta û fermanbaran beşdarî xwepêşandanê bûn.

‘Em dev ji daxwazên xwe bernadin’

Şanû Abdullah a ev 12 sal e xwendina xwe temam kiriye lê bi fermî tayîn nebûye, yek ji wan mamosteyan e ku ji bo bidestxistina mafê xwe beşdarî xepêşandanê bûye. Şanû Abdullah got: “Em li gel mamostan in. Heta niha ji bo min derfetê kar nehatiye afirandin. Ez naxwazim zarokên xwe bişînim xwendinê, ji ber hikumet bersiva mamostayan nade.”

Mamostaya bi peyman Kelsûm Sebah jî wiha got: “Rêveberiya me neketiye bin bandora partiyan û heta niha jî em ji daxwazên xwe navegerin.”