Rojnamevan Kîbriye Evren ev 3 roje dibin çavan de ye

Rojnamevan Kîbriye Evren ku di 9’ê Sibatê de di dema serdegirtina mala wê de hate binçavkirin, ev 3 roj in li Şaxa TEM’a Kocaeliyê dibin çavan de ye.

Stenbol- Rojnameger Kîbriye Evren di 9’ê Sibatê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin.  Piştre jî birin Şaxa TEM’a Kocaeliyê. Hat zanîn ku rojnamevan Kîbriye Evren bi hinceta ku di sala 2021’an de ji hevala xwe ya girtî re pere şandiye bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya fînansî daye rêxistinê” tê sûcdarkirin.

Biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê hatiye dayîn hêj didome û karûbarên Kîbriye Evren ên li emniyetê hêj bi dawî nebûne.