Girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karagûzel dê bê emeliyatkirin

Girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karagûzel a ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Îzmîrê dê roja Înê bê emeliyatkirin. Yek ji serlêdanên serbestberdana Muhlise Karagûzel bi hinceta "nebaş e" hat redkirin.

Îzmîr-Girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karagûzel a ku ji ber rewşa wê ya li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê xerab bûye û tedawiya wê dewam dike, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk a Îzmîrê, wê di 16'ê Sibatê roja Înê ji dilê vekirî bê emeliyatkirin . Yek ji serlêdana parêzerên Muhlise Karagûzel a ji bo berdana wê “bi hinceta ku nebaş e” hat redkirin. Rapora ku ji Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê Muhlise Karagüzel ê di girtîgehê de tê xwestin hê jî li bendê ye.

Parêzerên Muhlise Karagûzel bi 3 daxwazên cuda yên bi şert, berdana bi şert û rawestandina înfazê serî li dozgeriya girtîgehê dabûn. Di nav serlêdanan de heta niha nehatiye diyarkirin ku kîjan daxwaz hatiye redkirin, hat gotin ku bi hinceta "Girtî negotiye ku ji rêxistinê veqetiyaye" û "Rewşa wê ya baş" biryara girtinê heye. Hûrguliyên biryara ku hêj nehatine ragihandin wê di nava hefteyê de bên eşkerekirin. Her wiha hat diyarkirin ku rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya ku parêzeran 4 meh berê ji ATK'ê xwestibû hêj nehatiye dayîn.

Ji bo Muhlise Karagüzel a ku dê roja înê emeliyat bibe hat xwestin ku xwîn bê dayîn, hat hînbûn ku keça wê wek refaqat hat qebûlkirin.

Çi qewimî?

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Muhlise Karagûzel piştî ku di 9’ê Tebaxa 2019’an de hatibû binçavkirin rojek ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Mulise Karagüzel a ku demeke kurt li Girtîgeha Mûşê ma û piştre bi zorê sewqî Girtîgeha Kayserî Bûnyan hat kirin, di 4'ê Nîsana 2023'an de ji bo dermankirinê anîn Girtîgeha Tîpa R a Menemenê.

Muhlise Karagüzel a di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên ÎHD'ê de cih digire, di dema binçavkirinê de 3 caran krîza dil derbas kir. Muhlise ku bi nexweşiyên dil, şekir, tansiyon, astim, lumbar û dîskên malzarokê heye di serlêdana xwe ya ji ATK'ê ya Kayseriyê re ji sedî 90 rapora "nikare li girtîgehê bimîne" dabû.