Serokomara Macaristanê ji ber efûkirina failê êrîşa zayendî îstifa kir

Serokkomara Macaristanê Katalin Novek ji ber efûkirina failê ku êrîşî zayendî li hemberî zarokek kiribû diyar kir ku wê demê şaşî kiriye loma ji erka xwe îstifa kir.

Navenda Nûçeyan- Serokomara Macaristanê Katalin Novek piştî ku derket holê di Nîsana 2023’an de failê ku êrîşa zayendî li dijî zarokkekê pêk anî dihat hikumkirin efu kiriye, aliyê beşên cuda yên civakê ve li dijî vê yekê helwestek tund hatibû nîşandan.

‘Min şaşiyek kir’

Li ser zêdebûna helwestan Katalin Novek ku li Qatarê hevdîtinên fermî dikir, piştî vegeriya welatê xwe di peyama bi dîmen parve kir de ragihand ku îstifa kiriye. Di peyama Katalin Novak de ev tişt hat gotin: “Min efûyek ku bi hemû kesan re hesta bêaramî û matmayînê ava bike derxist. Min xetayek kir.”

Katalin Novek ragihand ku wezîrê berê yê edaletê, parlamenter û hiqûqnas Judi Varge ji parlamenteriyê îstifa kiriye û dest ji siyasetê berdaye.

Serok Viktor Orban li hemberî helwestan bêdeng nema û got ku wê pêşniyar bike rêkûpêkiyê di destûra bingehîn de ku yek ji hikumxwariyên êrîşa zayendî li hemberî zarokan afû kiriye bê kirin.

Biryara efûyê piştî salekê derket holê

Sala borî di meha Nîsanê de di dema serlêdana papa Francesco li Macaristan de, serokkomar Katalin Novak, di wê dîrokê de bi pêşniyara îmzeya Wezîrê Edaletê Judit Varga ku erk dikir ji bo mehkûmek efûyek teybet derxistibû. Ev efûya taybet ku di ragihandinê de nebû roje, di dîroka ku biryar hat îmzekirin de hema bibêje piştî salekê ji aliyê çapemeniya muxalîf ve derket holê. Biryara efûyê, di saziyeke lênêrîna zarokan de mudurê saziyê ku êrîşa zayendî li hemberî zarokan pêk tîne, ji bo zarok îfadeya xelet bidin zext kirine û ji ber vê jî biryara efûyê ji bo alîkarê mudur mehkumî 2 sal cezayê girtîgehê hat kirin, derxistibû.

Di bertekên li hemberî biryara efûyê ku beriya çend rojan di çapemeniyê de derket holê, hat lêpirsînkirin ku çima serokomar biryara efûyê ji bo mehkûmê ku ji doza tacîzê tê darizandin derxistiye