Meşa Mezin a Azadiyê di roja 11’an de didome

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji dû baskên Wan û Qersê hat destpêkirin, li Sêrt û Serêkaniyê di roja 11’an de didome. Meşvanan gotin, “Aştî, di deng û gotina birêz Abdullah Ocalan de veşarî ye. Qasidê aştiyê, birêz Ocalan e.”

Navenda Nûçeyan – Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê dû baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 11'emîn de didome. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.

Meşvanên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê de cih girt gihişt Sêrtê. Meşvanan, di saetên serê sibehê de çûn navçeya Ziyaretê. Piştî ziyareta turbeyê, li navçeyê meş hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat lidarxistin û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan axivî û got: “Tecrîd bandorê li tevahiya jiyana me dike. Heta ku ev tecrîd ranebe dê ne krîzên aborî ne jî yên din bi dawî nebin. Ji bo ev krîz bi dawî bibin û gelê me bi aramî bijî em vê meşê li dar dixin.”

Meşvanên azadiyê, piştre jî derbasî Newala Qesaban ku goristana komî lê ye bûn û kesên di gora komî de hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan bertek nîşanî avakirina avahiyan a li Newala Qesaban da.

‘Em li gelek cihên ku êş lê hatine kişan geriyan’

Salih Kuday jî axivî û got: “Em li gelek cihên ku êş lê hatine kişandin geriyan. Xwezî ev êş bi me nedabûna kişandin û em jî mecbûr nemabûna ku li van deveran bigerin. Kirin ku dayik bi hesreta dîtina parçeyeke hestiyê zarokên xwe bijîn. Dema dayikek li hestiyên zarokê xwe digere, hestiyên 8 kesên cuda hatin dîtin. Wê dayikê digot ji vir bêhna zarokê min tê. Ne tenê zarokê wê dayikê, gorên nêzî 400 kesan li vir in. Niha jî dixwazin li ser van hestiyan vîlayan ava bikin. Dawiya vê zîhniyeta dixwaze van avahiyan li vir ava bike nêz e. Ne tenê ji kesên kuştin, ji dayikên wan jî tolê dihilînin. Ji gorên me jî ditirsin.”

Aslan a DEM Partiyî helbesta zanyarê kurd Mûsa Anter a ji bo Newala Qesaban nivîsandî xwend. Li cihê newalê dirûşma “Şehîd namrin” hatin berzkirin û beşdaran qurnefîl danîn wir. Di bîranînê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kevok hatin berdan.

Meşvan piştre jî derbasî navenda Sêrtê bûn. Li vir bi sedan kes tev li meşvanan bûn.

‘Birêz Ocalan qasidê aştiyê ye’

Piştre jî meşvan derbasî navenda Sêrtê bûn. Meşvan li vir jî bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseyê pankarta “Sêrt meşa azadiyê silav dike” vekir û heta avahiya DEM Partiyê meş li dar xist. Dayikên laçikên spî girê dayîn di pêşiya meşê de cih girtin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.  Welatiyên li derdorê jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan. Piştî meşa bi coş, li pêşiya avahiya partiyê govend hate gerandin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun li vir axivî û wiha got: “Gelê Sêrtê ji bo azadiya gelê kurd û birêz Ocalan li ser pêyan e. Dengê ewil ê ji bo maf û azadiya gelê kurd ji Sêrtê bilind bû. We nîşanî her kesî da ku pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û muxatab jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal berê anîn Tirkiyeyê. Gotin qey dê ev pirsgirêk tune bibe lê xelas nebû. Birêz Ocalan ev 25 sal in li ber xwe dide. Dewletê nekarî vê pêk bîne lewma îro tecrîdê ferz dike. Ev tecrîd, şer, xizanî û qirkirina xwezayê ji bo wê ye ku berê gelan bidin hev. Aştî, di deng û gotina birêz Abdullah Ocalan de veşarî ye. Qasidê aştiyê, birêz Ocalan e. Encama vê meşê dê bibe azadî û ev azadî azadiya me tevan e. Ji bo we tevan serkeftinê dixwazim.”

 Piştre jî li avahiya partiyê beşên nivîsên Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Baskê Meşa Azadiyê ya Wanê li Serêkaniyê bi coş hatin pêşwazîkirin

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê, îro di danê sibehê de ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve kete rê. Meşvan, li Parka Uç Fîdanê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Di pêwazîkirinê de dîmenên rengîn derketin holê û piştre jî meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê", “Ji Îmraliyê re hezaran silav” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Rêberek azad welatek azad” hate vekirin. Ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes tev li meşê bûn û dîmenên rengîn derketin holê. Xelkê navçeyê jî eleqeyeke mezin nîşanî meşvanan dan. Meş, heta pêşiya avahiya DEM Partiyê domiya.

‘Îradeya aştiyê li vir e, li Îmraliyê ye’

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo li vir axivî û bi bîr xist ku piştî kuştina 2 polîsan a di sala 2015’an de, “Pêvajoya çareseriyê” hate bidawîkirin û wiha got: “Heke dewletê tarîtiya di sala 2015’an de bidîta û birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê berda bûya dê 9 salan xwîn li vê xak nerijiya. Îro sedsala duyemîn a komarê ye û em dibêjin; ‘Îradeya aştiyê li vir e, li Îmraliyê ye. Em amade ne.’ Banga me ji dewletê  ew e ku dîsa vegere ser maseyê. Banga me ji bo wê ye ku em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd, daxwazên gelê kurd ên mîna şîrê dayika wan helal biaxivin û nîqaş bikin. Rêya me rêya azadî û yekitiyê ye. Rêya me vekirî ye.”

 ‘Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe’

Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Serêkaniyê Ugur Kahraman jî ev tişt anî ziman: “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî qanûnên înfazê, hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re maf e. Lewma jî divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Têkoşîna me ya ji bo vê jî dê bidome.”

Namzeta hevşaredariyê Rahşan Yazar jî wiha got: “Ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî îro li hemû qadan belav bûye. Bandorê li tevahiya civakê dike. Ev yek li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Hêvîdarin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Ji tecrîdê re na.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê govend gerand. Meşvanan, berê xwe dan navçeya Wêranşarê.