‘Heta vegerên Efrînê dê berxwedana me bidome’

Jinên Efrînê yên koçî wargehên Şehbayê bûne teqez kirin ku li warê koçberiyê û li kampan ruxmî şertên heyî berxwedanê didomînin û wê vegera Efrînê misoger bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Piştî ku dewleta tirk di 18'ê Adara 2018'an de herêma Efrînê dagir kir, bi sadhezaran kes koçber bûn û li warê koçberiyê, kantona Şehbayê û navçeyên Şêrewa û Şera yên Efrîna dagirkirî nêzî axa xwe bi cih bûn. Wargeha Şehbayê yek ji wan wargehan e ku deriyê xwe ji koçberên Efrînê re vekiriye. Ev kamp di 2016'an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Efrînê ve ji bo koçberên ku ji deverên Şehba û Helebê koçber bûne hat vekirin. Lê piştî dagirkirina Efrînê koçberên Efrînê jî tê de bi cih bûn.

Di kampa Şehbayê de 65 malbatên Efrînî û 35 malbatên pêkahteya Ereb bi awayê hevbeş dijîn. Ev kamp nêzî gundê Kiştear ê navçeya Şeraya Efrîna dagirkirî ye û nêzî xeta sînor e. Rojane dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê derdora kampê topbaran dikin. Koçberên Efrînê yên di kampê de bi cih bûne nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

'Nêzî kampê topbaran dike'

Leyla Hisên behsa zehmetiyên ku di nava wargeha Şehbayê de dijîn kir û got: "Em piştî ji Efrînê koçber bûn li wargeha Şehba ya navçeya Şêrewaya Efrîna dagirkirî, bi cih bûn. Di vê wargehê de Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Ji ber em nêzî xeta sînor in, rojane dewleta tirk a dagirker êrîşî me dike û gelek caran jî derdora kampê hedef digre. Her wiha parçeyên topbaranê tên heta ber konan, ew jî xeteriyê bi xwe re tîne. Eger konek bişewite wê hemû kamp di nava xeteriyê de bimîne. Di zivistanê de serma gelek dijwar e, ruxmî wê jî Erdoxan êrîşên xwe ranawestîne. Rewşa kampê gelek dijwar e û divê rêxistinên mirovî yên cîhanî hesas tev bigerin. Di heman demê de mirovên bi temen mezin û zarok di nava kampê de dijîn pêwîstî bi rêxistineke tendirustiyê hene. Tenê Rêveberiya Xweser li gorî derfetan alîkarî pêşkêş dike. Em hemû şert û mercên jiyanê tehemul dikin tenê ji bo vegera Efrînê misoger bikin."

'Rewşa kampan dijwartir e'

Latîfa Bekir jî qala rewşa jiyana li kampê kir û wiha got: "Di nava kampê de jiyan zehmetir e, bi taybetî zarokên biçûk nikarin sermayê yan jî germahiyê tehemul bikin. Dema ku êrîş pêk tên heya sibehê em nikarin razên û nêzî me topbaran dike. Em û gelê Ereb li vir jiyana wekhev dijîn û berxwedana xwe ruxmî êrîş û topbaranan didomînin ji bo ku em vegerin ser cih û warên xwe."

'Em li kampan bi ruhê berxwedêr jiyana xwe didomînin'

Ferîda Cemal a temenê wê mezin e û nexweşiyên dil pê re hene bal kişand ser berxwedana xwe ya li kampan û got: "Ji dema ku em ji Efrînê derketine ve heya vê kêliyê em li kampê berxwedana xwe didomînin. Nexweşiya dil û şekir bi min re heye pêwîstiya me bi derman û bijîşkan jî heye. Rêveberiya Xweser alîkariya me dike lê ew jî astengiyan dibînin ji ber dorpêçê derman nayên peydakirin. Ez bi temenê xwe yê mezin dîsa berxwedana xwe berdewam dikim û li pey zarok û şervanên xwe me. Dewleta tirk bênavber êrîşan bi ser me de tîne lê em li vê derê bi berxwedaniyê dijîn."