Li Efrînê jinek din hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Raco ya Efrînê Rula Hemdo ya 38 salî revandin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî malpera Efrîn Post, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Sibatê de jina Kurd a bi navê Rula Hemdo (38) li Ezazê revandin. Rula Hemdo ji navçeya Raco ye û li navenda bajarê Efrînê dimîne û dema ku  xwest li gel hevalên xwe biçe bajarê Ezazê ji aliyê çeteyên "Têkoşîna li dijî Terorê" ve hat revandin.

Efrîn PostEfrîn post, li ser hesabê xwe ya telegram belav kir û bi bîr xist ku çeteyn Rula û hevalên wê revandine û birone navenda xwe ya Ezazê , lêpirsîn kirine li wir hevalên Rula berdan û Rula li cem xwe hiştine. Heta niha çarenûsa Rula Hemdo nayê zanîn.