Xantûr Kara: Em ê Wargeha Mexmûrê bi ciwan û jinan biparêzin

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Îştarê Xantûr Kara diyar kir ku piştî vekişîna HPG û YJA-STAR'ê ji Wargeha Mexmûrê, ciwan û jin wê li dijî êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê wargehê biparêzin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ku di salên 90’î de ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin, bi salan e dibin hedefa dewleta Tirk. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2017’an ve bi balafirên şer û bêmirov êrişî wargeha Mexmûrê dike û di encamê de gelek welatiyên wargehê jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne. Her wiha li gel êrîşên dewleta Tirk, PDK’a ku hevkarê dewleta Tirk e ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve ambargo û rêgiriyek tund li ser wargehê dimeşîne.

Di dema ambargoya PDK’ê de 6 jinên ducanî ji bo biçin nexweşxaneyê ji ber rêgiriya PDK’ê zarokên wan hê ji dayik nebûbûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha karkerên Mexmûrê ji ber rêgirî û ambargoya PDK’ê ji bo debara malbata xwe bikin ji ber rêgiriyê neçar man berê xwe bidin cihên dûr û karên giran ji ber vê yekê jî di rê de û li ser kar gelek qeza çêbûn û di van qezayan de yek jê jin bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çend sal in ji bo valakirina wargehê çi ji destê dewleta Tirk tê dike

Dewleta Tirk a dagirker û PDK ji bo valakirin û kontrolkirina wargeha Mexmûrê serî li hemû riyan dane, herî dawî jî xwestin bi destên hikûmeta Iraqê pêkanînên xwe bi cih bînin. Hikûmeta Iraqê di 27’’ê Kanûna 2021’ê û 20’ê Gulana 2023’an de xwest derdora wargehê dorpêç bike û têl bike lê belê gelê wargehê li hemberî vê yekê helwesteke bi biryar nîşan da, konê berxwedanê veda û rê neda dora wargehê bi têlan were dorpêçkirin. Di encama berxwedana çend rojan a gelê Mexmûrê de artêşa Iraqê neçar ma xwe paşve bikşîne.

Ji sala 2017’an ve û bi taybet jî piştî ambargoya PDK’ê ya sala 2019’an dewleta Tirk a dagirker êrîşên li ser wargehê zêdetir kiriye. Balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker rojane li ser asîmanê wargehê digerin.

Çend sal in bi balafirên bêmirov êrîş dikin

Herî dawî jî di meha Cotmehê de balafirên bi çek û bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker di nava 10 rojan de 3 caran xelkê wargeha Mexmûrê kirin hedef. Şeva 7’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov û bi çek mizgefta wargehê bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin. Di roja 13’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker malek kir hedef, di êrişê de jinek birîndar bû, di 17’ê Cotmehê de jî li gundê Kanî Kendî yê ser bi navçeya Koyê ya Hewlêrê, wesayîda malbatek xelkê wargeha Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin û di encamê de ciwanê bi navê Dilovan Îşlek jiyana xwe ji dest da û 3 jin birîndar bûn. Di heman rojê de 5 karkerên wargeha Mexmûrê ku xwestin ji Bexdayê biçin pêşiya karwanê cenazeyê Dilovan Îşlek, li xala kontrolê ya Bîrebas a PDK’ê ya Hewlêrê hatin binçavkirin û ew birin Asayişa Hewlêrê û ji wê rojê ve tu agahî ji wan nayê girtin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di 19’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Mexmûrê vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê û parastina wargehê radestî jin û ciwanên wargeha Mexmûr kirine. Piştî daxuyaniya NPG’ê hêzên Firqeya 14’an a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê vala kirine bi cih bûn. Piştî ku hêzên Iraqê li derdora wargehê bi cih bûn di 22’ê meha Cotmehê de de di navbera hêzên Iraq û PDK’ê de pevçûn derket û di encamê de mirî û birîndarên wan çêbûn.

Der barê êrişên li ser wargehê û metirsiyên ku hê jî berdewam dikin de endama Koordînasyona Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê Xantûr Kara ji ajansa me re axivî.

‘Roj nîn e êriş li ser gelê me neyên meşandin’

Xantûr Kara diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyek pir girîng re derbas dibe û got: “Bêguman dema em li seranserê cîhanê jî dinêrin dibînin ku îro pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn heye. Ruxmê ku rêbertiya me beriya salan e vê tesbît kiribû em dibînin di van salên dawî de bi taybetî jî di sala 2023’an de bi awayek şênber em dikarin bibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn bi germahiya xwe tê jiyîn. Em dikarin bibêjin li seranserê cîhanê hemu civakên ku azadiya xwe dixwazin bi şerê taybet re rû bi rû dimînin. Wek gelê Kurd, em ji van êrişan para xwe digrin, rojane bi êrişên hêza xwînxwar û faşîst a dewleta Tirk re rû bi rû dimînin. Hem wek Mexmûr hem weke Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê roj nîn e ku êriş li ser gelê me neyên meşandin.”

‘Mirov dikare ji bo êrişên li ser civakan wek alternatîf hêza PKK’ê nîşa bide’

Xantûr Kara bi bîr xist ku piştî vekişîna hêzên HPG û YJA-STAR’ê ji herêma Mexmûrê hêzên Iraqê di wan xalên ku hatine valakirin de bi cih bûne û wiha berdewam kir: “Piştî çend rojên vekişîna hêzên gerîla, pevçûna ku di navbera hêzên PDK û Iraqê de rû da ji her du aliyan mirî û birîndarên çêbûn. Bi salan e ku hêzên HPG û YJA-STAR’ê li wê derê ne lê belê tu pevçûnek neyênî hem ji bo me, hem ji bo Iraqê û PDK’ê çênebûye. Lê bi çûyîna hêzên leşkerî re ev rewş qewimî. Çawa ku ewlehî hem ji bo Mexmûrê hebû ji bo hêzên PDK’ê jî li wê derê metirsiyek tunebû, di heman demê de parastinek bû ji bo hêzên Iraqê jî. Dema mirov li rêxistin, partî yan jî hêzên leşkerî yên ku li cîhanê hebûna xwe didin berdewamkirin û li hêzên HPG û YJA-STAR dinêre mirov nikare nimûneyek wek hêza PKK’ê di cîhanê de bibîne. Mirov encax dikare di xeyalên xwe de hêzek wiha bide avakirin. Lê zarokên gelê Kurd vê xeyalê jiyanî kirine.

‘Peywira ewlekariya wargehê ji bo me hêzek e’

Xantûr Kara da diyarkirin ku vekişîna hêzên HPG û YJA-STAR’ê bêguman bandorek li ser gel daye avakirin û wiha got: “Bi daxuyaniya hêzên HPG û YJA-STAR’ê di pêşengiya birêz Murad Karayilan de hat eşkerekirin ku hêzên xwe vekişandine. Bi taybetî dema em qala zarokên Mexmûrê dikin piştî daxuyaniyê di nava wargehê de hewayek cuda hat avakirin. Mirov bixwaze nexwaze bandorek li ser zarok, jin, ciwan û tevahî gelê Mexmûrê kir. Lê belê li hemberî vê radestkirina ewlekariya wargerê ji bo ciwan û jinên wargehê ji bo me hêzek e. Di vê çarçoveyê de xwedîderketina li erk û berpirsyariyên ku ji bo me hatine hiştin di astek herî bilind de ye. Parastina Mexmûrê wê bêguman erka her hemwelatiyek wargehê be.”

‘Di sala 2014’an de DAIŞ, di salên 90’î de PDK’ê serê mirovan jêkir’

Xantûr Kara anî ziman ku gelê wargeha Mexmûrê naxwaze PDK were derdora wargehê ewlehiyê bigre yan jî bi cih bibe û wiha domand: “Bêguman dibe ku di hizrê her mirovek Kurd de derbas bibe bibêje çima hêzên Iraqê dikarin li derdora wargehê bi cih bibin lê hêzek wek PDK’ê yan jî mala Barzanî nikare? Di sala 2014’an de dema DAIŞ’ê êrişî mirovahiyê kir, tirseke mezin li ser civakê da avakirin. Bi êrişên xwe yên dirinde ango di şerê wî de exlaq û pîvanên exlaqî tunebû. Ev jî bû sedem ku civak xwe di bin metirsiyê de bibîne. Şer û êriş çêbûne lê nimûneyek DAIŞ’ê tunebû. Lê ger em wek Mexmûrê bibêjin di 2014’an de DAIŞ’ê serê mirovan jêkir, di salên 94-95 û 96’an de ji aliyê PDK’ê û mala Barzanî ve serê hemwelatiyên Mexmûrê hatin jêkirin û firotin dewleta Tirk. Ev sedemek berbiçav e ku xelkê Mexmûrê naxwaze PDK li derdorê bi cih bibe. Ger nîşanek pirsê di serê hemwelatiyek an kesek de hebe tenê vê bibîne têr dike ku bibe bersiva pirsên wan. Li aliyê din bi salan e ambargoyek li ser gelê Mexmûr dide meşandin. Dixwaze wek girtîgehek ser vekirî wargeha Mexmûrê bifetisîne û van pêkanînan jî bi daxwaza dewleta Tirk dike. Gelek caran bi pêkhateyên bi vî rengî re rû bi rû mane lê belê li hemberî vê her dem berxwedan hatiye raberkirin. Bêguman ji vir û şûnde jî ne gengaz e ku li hemberî van hêzan bi taybetî PDK û dewleta Tirk ku dixwazin wargehê belav bikin serî bitewînin.”

‘Bêdengiya hikumeta Iraqê dibe sedem ku dewleta Tirk êrişên xwe rewa bike’

Xantûr Kara bal kişand ku hêzên Iraqê jî nikarin parastina Mexmûrê bikin û got: “Ji ber ku her car şertek pêşkêşî gel dike, herî dawî her kesê dît ku hikûmeta Iraqê çawa êrişî Mexmûrê kir û xwest li derdora wargehê kûleyan çêbike. Ji ber ku gelê wargehê qebûl nekir pêk nehat. Rojane dewleta Tirk a faşîst bi êrişên hewayî zarok, jin û civakê dike hedef. Heta cihên pîroz ên vê civakê jî dike hedefa xwe. Lê hikûmeta Iraqê bertekek cidî nîşan nade û tenê bi hinek gotinan dibêje em jî hêrs in. Ev jî dibe sedem ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser wargehê rewa bide nîşandan.”

Xantûr Kara amaje bi wê yekê kir ku ew ê wek jin û ciwanên wargeha Mexmûrê xwedî li erkên xwe yên parastinê derkevin û got: “Wek xelkê Mexmûrê piştî daxuyaniya HPG’ê ev parastin êdî ji ciwanên Mexmûrê tê pirsîn. Çawa heta îsal HPG û YJA-STAR’ê civaka me parastin divê em jî bikaribin hîn zêdetir li ser esasê xeta ku wan ji bo me daye avakirin, xeta şehîdan û Rêber Apo parastina xwe bikin.”

Xantûr Kara di dawiya axaftina xwe de spasiya hêzên HPG û YJA-STAR’ê kir ku li hemberî DAIŞ’ê û hêzên ji derve ku dixwestin wargehê bixin bin kontrola xwe xelkê Mexmûrê parastine.