Ji ber ku hicabê red kir Nergîs Muhamedî sewqî nexweşxaneyê nekirin

Parêzvana mafê mirovan a xwediya Xelata Nobelê Nergîs Mihemedî ku li Îranê girtî ye, ji ber ku hicabê red kir, wê sewqî nexweşxaneyê nekirin.

Navenda Nûçeyan - Hat diyarkirin ku parêzvana mafên mirovan Nergîs Muhamedî ya li Girtîgeha Evînê ya Tahranê girtî ye û îsal hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin, ji ber bikaranîna hîcabeyê red kir, wê sewqî nexweşxaneyê nekirine. Malbata wê, der barê rewşa Nergîs Muhamedî ya 51 salî de, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêveberiya girtîgehê dibêje ji bo girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin, mecbûr in hicabê bidin serê xwe.”

Destûr nayê dayîn ku bê hicabê biçe revîrê jî

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa jiyana Nergîs Mihemedî di bin xetereyê de ye û hat destnîşankirin ku rayedarên Tahranê daxuyaniyeke fermî nedane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama ekokardiyograma ekîba tenduristiyê ya ku piştî rêveberê girtîgehê destûr nade bê hicabê biçe revîrê jî çû girtîgehê, hat tespîtkirin 2 damarên Nergis Muhammedî xitimandîne.

'Pêwîst e bi lezgînî anjiyo bibe’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku divê Nergîs Mihemedî bi awayekî lezgîn û tavilê sewqî nexweşxaneyê bê kirin û anjiyo bibe û wiha hat gotin: “Nergîs li dijî hewldanên wan ên hîcaba ferzkirî derdikeve. Ev du roj in di girtîgehê de komek jin li dijî nebirina Nergisê ya nexweşxaneyê çalakiyên protestoyî li dar dixin.

Diyar kirîbû ku dê hicabê bi kar neyne

Di xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaq' ên li Îranê ve ji ber bikarneanîna hicaba ferzkirî dest pê kiribûn de, Nergîs Muhamedî jî diyar kirîbû ku ew ê êdî di bin tu şert û mercan de careke din hicabe bi kar neyne. Nergîs Muhamedî ya ku hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2023'an hat dîtin, di nameya xwe ya spasdariyê ya ji Komîteya Nobelê re şand de wiha gotibû: "Ez bang li we dikim ku heta gelê Îranê bigihîje serkeftinê piştgiriya wan bikin. Serkeftin ne hêsan e lê teqez e.”