Dayikên Abdullah Ocalan dîtine: Çareserî û hêviya gelan e

Dayikên ku di salên 90’î de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtibûn teqez kirin ku Ocalan bersivek dîrokî daye planên komploger ên qirkirina gelan û helwesta xwe li dijî tecrîda girangirî anîn ziman.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ve agahî jê nayê girtin. Malbat û parêzer her hefte bi rêk û pêk serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin lê belê bi hincetên “rewşa hewayê nebaş e”, “Rewşa Awarte” serlêdan nayên qebûlkirin. Dayikên ku di salên 90’î de Rêberê Gelê Kurd  Abdulah Ocalan dîtibûn behsa tecrîdê kirin.

‘Ocalan kilîta çareseriyê ye’

Heyfa Mihemd da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hêvî û çareseriya pirsgirêkên gelan e û wiha anî ziman: “Di salên 90’î de  me Rêber Apo li Lubnanê li Akademiya Mehsûm Korkmaz dît. Wê demê serokatî behsa kêliyên ku niha em dijîn dikir. Behsa şerekî dikir ku diyar dikir ku çareseriya wî tenê hevgirtin e. Îro wan gotin û analîzên wî, behsa şerê ku dikir em bi çavên xwe dibînin. Rêber Apo ji bo me hêvî û çareseriya hemû pirsgirêkan e. Ger tecrîd were şikandin û Rêber Apo azad bibe dê hemû pirsgirêk werin çareserkirin lê hêzên komploger ên ku destên wan di dîlgirtina Rêbertî de hebû dixwazin krîz kûrtir bibe û ji bo berjewendiyên hesabên qirêj dikin û hewl didin qirkirina gelan pêk bînin.”

‘Tecrîd, siyaseta Rojhilata Navîn dixetimîne’

Heyfa Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Şert û mercên tecrîdê her roja ku derbas dibe, girantir dibin. Tecrîd, siyaseta Rojhilata Navîn dixetimîne û bi vê dixwazin têkoşîna azadiya jinan têk bibin. Em dixwazin tecrîd bê rakirin. Ocalan rêbereke wisa ye ku pêşiya siyasetê vedike. Mudaxeleyên Rêberê Gelê Kurd Abdulan Ocalan ên li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn siyaseta heyî bandorê dike û dihêle ku nefes bigre û pêş ve biçe. Êrîşên ku niha li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin ji tecrîdê ne cuda ne.”

‘Dîtina Ocalan şanseke dîrokî bû’

Neîma Remedan ku di salên 90’î de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtiye xwest di warê fizîkî de azad bibe û wiha anî ziman: “Dîtina me ji bo Rêbertî şanseke dîrokî bû, em dixwazin wî şansê zindî bikin. Felsefeya ku Rêber Apo da pêşiya hemû jinan, xelasiya ji bindestî û tarîtiyê ye. Ne tenê ji bo yek pêkhateyek ji bo hemû mirovên bindest e.”

‘Felsefeya Ocalan wekî çemekî diherike’

Neîma Remedan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ê ku mêjiyê me vekir, riya me ronî kir Rêbertî ye. Me bi saya wî felsefeya azad hilbijart û ji bo vê xetê bi hezaran jinên şoreşger gihîştin asta şehadetê. Îro bi vê felsefe û dirûşma Jin, Jiyan, Azadî jin li tevahî cîhanê bûne yek. Ev geveke pîroz û bersivek e ji tecrîda li dijî Rêber Apo re. Felsefeya Ocalan wekî çemekî diherike.”