Piştî 2 salan derket holê ku hatiye qetilkirin

Derket holê ku Yasemîn Demîr a di sala 2020’an de li Amedê îxbara wê ya windabûnê hatibû kirin, piştî 2 salan ji aliyê Rûstem Demîr ê ku pê re zewicandî bû, hatiye qetilkirin. Hat hînbûn ku emniyet di vê pêvajoyê de îhbaran ber çavan negirti ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Piştî 2 salan derket holê ku Yasemîn Demîr a 34 salî ya ji Mijdara 2020’an vir ve li navçeya Bismilê ya Amedê winda ye, ji aliyê hevjînê xwe Rûstem Demîr ku der barê wê de îxbara windabûnê kiribû ve hatiye qetilkirin.

Qeydên HTS’ê kiryar derewand!

Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin di meha Gulanê de temam bû. Li gorî îdîayên di dosyaya lêpirsînê cih digre de; Rûstem Demîr di 9’ê Mijdara 2020’an de çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bismilê û der barê hevjina xwe Yasemîn Demîr de îxbara windabûnê kir. Rustem Demîr dema îxbara windabûnê kir, îdia kir ku telefona Yasemîn Demîr girtiye û wê rojê karta telefona xwe derxistiye. Piştî vê yekê qeydên HTS hatin lêkolîn kirin. Di qeydan de hat tesbîtkirin ku Rustem Demîr di roj û saeta diyar kiriye de telefona Yasemîn Demîr kiriye.

Li emniyetê der barê qetilkirina Yasemîn Demîr 3 gilî hatin kirin

Di 16'ê Çileya 2021'an de li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bismilê der barê Yasemîn Demîr de îhbarek bê nav hat kirin. Di îxbara ku hat îdiakirin hevjîna Rûstem Demîr Yasemîn Demîr a ku dît hevjinê wê tecawûza jinek nêzî xwe kiriye, windabûye û ev 2-3 meh in tu agahî jê nayê girtin, hate diyar kirin ku ji ber vê Rûstem Demîr hevjinê qetilkiriye û ev bûyer jî ji aliyê Rûstem Demîr, Alî Demîr û Kazim Demîr ve tê zanîn.

Piştî ku 13 rojan li ser vê îxbarê derbas bû, kesekî ku di dîroka 29’ê Çileya 2021’an de çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bismilê û got ewlehiya canê wê/wî tune ye, der barê Yasemîn Demîr de îxbarek kir. Kesê mijara gotinê, îdia kir ku Yasemîn Demîr ji aliyê Rûstem Demîr û kesê bi navê Cano ve hatiye qetilkirin. Tevî îxbaran jî der barê kesên tê îdia kirin cînayet pêkanî de, bi hinceta "delîlên şênber tune ye" binçavkirin an jî jêpirsîn nehat kirin.

Dîsa kesekî din a ku xwest navê wî/wêveşartî bimîne jî, di 8’ê Îlona 2022’an de çû Midûriyeta Polîsan a Navçeya Bismilê û diyar kir ku Yasemîn Demîr winda nebûye û Kazim Demîr, Mûmtaz Demîr û Rûstem Demir ji bo Yasemîn Demîr “biryara kuştinê” girtine û bi erêkirina Mehmet Azîz Demîr a di girtîgehê de ye û di nava malbatê de gotinên wî derbas dibe re Yasemîn Demîr hatiye qetlkirin û cihê kana qûmê ya piştî ku Yasemîn bi çekê hat qetilkirin lê hat definkirin jî parve kir. Li ser vê yekê bi biryara Dadgeha Cezayê Sulhê ya Bismilê re di 16'ê Îlona 2022'an de li herêmê lêgerîn hat kirin. Lêbelê di 18'ê Îlona 2022'an de hat diyarkirin di qada hatiye diyarkirin de der bare Yasemîn Demîr de tu delîl nehatiye dîtin.

Ji ber hinceta delîlên şênber tune, gumanbaran nehatin darizandin!

Tevî ewqas îxbaran jî, di girtînemaya ku der barê cihê ku Yasemîn Demîr mirî hat dîtin de hat amadekirin de, hate parastin ku der barê bûyerê de 2 sal in gumana cînayetê heye, lê ji ber ku tu delîlên şênber nînin, der barê gumanbaran de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.

'Dê min jî kuştibana’

Herî dawî xwişka Rûstem Demîr Mensure Demîr di 16’ê Îlona 2022’an de çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bismilê û detayên bûyerê vegot. Mensure Demîr a ku di dosyaya lêpirsînê de îfadeyên wê cih girt, diyar kir ku roja bûyerê 9’ê Mijdara 2020’an Rustem Demîr û Mûmtaz Demîr hatine mala wê û gef lê xwarine û xwestine Yasemîn Demîr derxe derve. Mensure Demîr wiha got:

“Ev rojê bi zorê ketin mala min. Beriya ku ez fêmbikim çi diqewime, gef li min xwarin û min siwarê wesayitê kirin. Telefona Yasemînê kirin û jê xwestin were cem wesayit e. Dema min ev yek qebûl nekir, bi çekê gef li min xwarin û min derp kirin. Piştre min telefona Yasemîn kir û got hevjinê min ji girtîgehê derketiye û em ê diyariyek ji wî re bikirin. Piştre Yasemîn hat. Di wesayitê de ez, Can Demîr, Mûmtaz Demîr û Rûstem Demîr hebû. Li ser rêya Êlihê em çûn qana qumê. Piştî em li wir rawestiyan, Yasemîn ji wesayîtê derxistin. Dema ez di wesayîtê de bûm min dengê şarjorek çekan bihîst. Piştre Mûmtaz Demîr hat û min ji wesayîtê derxist. Got emê te jî bikujin. Dema ku min hewar kir, sekînin.”

'Hevjin û birayê wê gef li min xwarin ku ez bûyerê nebêjim'

Mensure Demîr a diyar kir dema piştî bûyerê êvarê vegeriya malê, Rustem Demîr hatiye malê û gotine der barê Yasemîn Demîr de îxbara windabûnê kiriye, wiha got:

“Rûstem gef li min xwar ku ez ji kesî re tiştekî nebêjim. Birayê Yasemîn Demîr Mûmtaz Demîr ê ku danê sibê hat mala min, bi gotina: “Ger tu der barê bûyera duh de gotinekê bibêjî, em ê te û hevjinê te bikujin, tu biçî emniyetê yan jî li dozgeriyê tu encamekê bi dest nexî, ew ê te ji ber derî pêşîn bigrin û ji deriyê pişt radestî min bikin. Ez ji dewletê re muxbîrî dikim, tu tiştek min nebe” gef li min xwar û çeka xwe nîşanî min da. Min nekarî tu bertek nîşan bidim."

'Du sal in min cesaret nekir, bûyerê vebêjim'

Mensure Demîr, da zanîn ku ev 2 sal in xwestiye her tiştî bibêje lê ji ber ku cesareta nekir, nikarî bû bêje û wiha got: “Mûmtaz Demîr çend caran telefona min kir û got dê polîs werin îfade bigrin. Dema piştî demekî kurt polîs hatin, min ji wî bawer kir. Ez ji ewlehiya cane xwe ditirsim.”

Rûstem Demîr li xwe mikur hat ku hevjîna xwe qetilkiriye

Rûstem Demîrê ku rojek piştî ku Mensure Demîr qala bûyerê kir hat binçavkirin, li xwe mikur hat ku ew Yasemîn Demîr qetil kiriye. Rûstem Demîr ku îdia kir ew Yasemîn Demîr bi tena serê xwe qetil kiriye û gotinên wî yên “Bi hestên min ên mêrtiyê lîst. Min ni bandora alkolê re vê yekê" parastina wî ya wek kiryar mêr ên din balkişand. Piştî îfadeya Rûstem Demîr, cenazeyê Yasemîn Demîr di kana qumêya beriya nîha jî îxbar hatibû kirin, hat dîtin. Di lêgerîna berê ya ekîbên polîsan a li heman navnîşanê de, der barê Yasemîn Demîr de tu delîl nehatibûn dîtin.

5 kes hatin girtin

Piştî îfadeya Mensure Demîr û Rûstem Demîr, îfadeya gumanbarên din Kazim Demîr, Mûmtaz Demîr, Can Demîr û Mehmet Azîz Demîr jî hatin girtin. Piştî îfadeyên hatin girtin di 20'ê Îlona 2022'an de 5 gumanbar bi sûcê "bi awayekî tore kuştina xizmekî xwe" hatin girtin.

Di danişîna ewil de kesek hat berdan

Di danişîna ewil a ku di 6'ê Cotmehê de li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, heyeta dadgehê bi hinceta "gumana revê tune ye" der barê yek ji bersûcan bavê Yasemîn Demîr Kazim Demîr de biryara berdanê da. Danişîn taloqi 12’ê Sibata 2024’an hat kirin.