Fîgen Yuksekdag tevli merasîma cenazeyê kekê xwe bû

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di girtîgehê de ye tevli merasima cenazeyê kekê xwe Necmî Yuksekdag bû.

Navenda Nûçeyan – Kekê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Necmî Yuksekdag ji ber nexweşiyê di şeva 1’ê mijdarê de li Edeneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yuksekdag îro anîn mala malbatê ya li Taxa Gazîosmanpaşa ya girêdayî navçeya Ceyhana Edeneyê.

 Yuksekdag tevli merasimê bû

Fîgen Yuksekdag ji bo tevli merasîma cenazeyê kekê xwe bibe bi riya parêzerên xwe serî li Wezareta Dadê dabû. Piştî ku destûr hat dayîn Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê bi leşkeran re bi balafirê ewilî anîn Edeneyê dû re birin ber deriyê mala malbata wê ya li Ceyhanê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari, parlamenterên partiyê Pervîn Buldan, Alî Bozan û Adalet Kaya, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu jî di nav de gelek kes beşdarî şîna li ber deriyê malê hat danîn bûn.

Cenazeyê Necmî Yuksekdag anîn ber deriyê mala malbatê û helalî hat xwestin. Cenaze pişt re ji bo ku bê definkirin bi konvoyê birin Goristana Gokova ya navçeya Yumurtalikê.

 Fîgen Yuksekdag bi wesayîda girtîgehê anîn goristanê. Piştî ku li wê derê wecîbeyên olî hatin bicihanîn cenazeyê Necmî Yuksekdag hat veşartin.

 Yuksekdag piştî merasîma cenaze, ji bo dîsa bi riya hewayî bibin girtîgehê ber bi Balafirgeha Şakîrpaşa ya Edeneyê ve hate birêkirin.