Ciwanên cîhanê hatin ba hev: Armanca me avakirina torên ciwanan e

Jinan ji Konferansa Ciwanan a Cîhanê bal kişandin ku jin di guhertina civakê de xwedî roleke pêşeng in û gotin ku bi konferansê armanca wan ew e ji bo têkoşîna hevpar torên mezintir ên ciwanan ava bikin.

Navenda Nûçeyan- Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku bi beşdariya ciwanan di 3’yê Mijdarê de li peytexta Fransa Parîsê dest pê kir dê 5’ê Mijdarê bi dawî bibe. Konferansa ku ji aliyê “Ronahî” û tora “Ciwan dîrokê dinivîsînin” ve hat organîzekirin, ji 60’î zêdetir rêxistin beşdar bûn. Dirûşma Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku berdewamiya yên di navbera salên 2015 û 2019’an de li Amed û Kobanê hatin lidarxistin e “Em ê dîrokê binivîsînin-dê nikaribin têkoşîna azadiyê ya ciwanan bidin rawestandin”e.

 Têkildarî konferansê û pêşketinên di rojevê de endama Komîteya Amadekar a Konferansê Jana Fricke û endama Tora Ciwan Dîrokê Dinvîsînin Mara Fischer, diyar kirin ku ew konferansê; li dijî krîz û şerên pergalê weke avakirina torên ciwanên enternasyonalîst û perçeyek pêvajoyê dibînin.

*Piştî Amed û Kobanê konferansa ciwanan a cîhanê li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin. Beriya vê di navbera salên 2015 û 2019’an de jî li Amed û Kobanê hatibû lidarxistin. Gelo ev konferans berdewamiya wan e? Cudahiya wê dê çi be, bi konferansê armanca we çi ye?

Beriya her tiştî divê naveroka konferansên ku li Rojhilata Navîn hatine lidarxistin werin zelalkirin. Konferansa yekem, di pêvajoya şerê DAIŞ’ê yê li dijî Rojava û di bin bandora zehmetiyên di avakirina Şoreşa Rojava de hat lidarxistin. Konferansa duyemîn jî li Kobanê ku bûbû sembola wê berxwedana dîrokî hat lidarxistin. Hatina ba hev a ciwanên ji her derê Rojhilata Navîn û pozîsyona pêşengiyê xwedî girîngiyek e. Ev konferans pêşniyara delegeyên konferansa Kobanê ku bi yekdengî biryara encamnameyê dabûn e. Me vê pêşniyarê nirxand û xwest helwdanên rêhevalên xwe yên li wê derê berfirehtir bikin. Em vê konferansê; li dijî krîz û şerên pergalê weke avakirina torên ciwanên enternasyonalîst û perçeyek pêvajoyê dibînin.

 ‘Armanca me ew e em li bi vê konferansê hêzeke ku bikaribe bikeve tevgerê ava bikin’

*Beşdariya konferansê pir zêde ye. Hûn konferansa herî mezin a ciwanên enternasyonalîst di vê demê de li dar dixin. Dema ku we ji bo konferansê bang kir, ji bo beşdarbûnê we bersivên çawa girtin? Hûn dikarin ji me re eleqeya rêxistinên ciwanan binirxînin?

Bersiv erênî bûn. Ez difikirim ku me hîs kir pêwîstî bi xebateke wiha heye. Gelek ciwan, ji bo ku di gelek eniyan de têdikoşin, xwestin beşdar bibin. Pergal ji bo me bişkîne hewl dide me îzole bike, motîvasyona me ya herî mezin jî ew e ku em destûr nedin vê yekê. Her wiha yên ku bi xwe nehatibûn jî bi awayên cur be cur beşdar dibin. Armanca me ew e em hêzeke ku bikaribe bidomîne ava bikin.

*Hûn bi dirûşma "Em ê dîrokê binivîsînin-têkoşîna azadiyê ya ciwanan nikare were rawestandin” derketine rê, sedema tercîhkirina vê dirûşmê çi ye?

Em bawer dikin ku ciwan, pêşengên hemû tevgerên pêşverû ne. Ruhekî nû yê ciwanan heye û hê ji aliyê pergalê ve bi temamî nehatine bişavtin. Ji ber wê fikrên radîkal her dem ji aliyê ciwanan ve jiyanê dibînin. Ew di her tevgerê de di refên pêşîn de cihê xwe digrin. Ev nifş divê ji pirsgirêkên rizandina civakê û karesatên li ser xwezayê re bibe bersiv û çawaniya pêşeroja civakê pênase bike. Ev yek bi rastî jî peywireke dîrokî ye.

‘Pirsgirêkên ciwanan gerdûnî ne’

*We çima pêdivî bi têkoşeneke ciwanên enternasyonal dît? Gelo pirsgirêkên wekî hev ên ciwanan li erdnîgariyên cuda çi ne?

Em di cîhaneke ku kurewî dibe de dijîn û pirsgirêkên heyî jî kurewî ye. Kapîtalîzmê beşek mezin ji jiyan û gerestêrka me xistine destên xwe, hêz û pere her diçe tenê di destên hinek kesan de kom dibin. Mantiqa li pişt vê pêvajoyê ya pozîtîvîst ku tenê armanca wê qezenc e, raman û exlaqê me jî fetih dike. Baviksalariya ku awayê herî kevin ê zextê ye, bi hezaran salan e xwe bera her dera civaka me daye. Ji ber wê divê bersivên me di her astê de hebin: Madî û bîrdozî, cihî û gerdûnî.

‘Pergal bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan hewl dide li ser piyan bimîne’

*Yek ji mijarên rojevê yên konferansê jî bi sernavê Azadiya Jinan- Jin jiyan azadî ye. Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku felsefeya Jin jiyan azadî bi pêş xist tecrîdeke giran heye. Bandora vê tecrîdê ya li ser ciwanan hûn çawa şîrove dikin?

Heta ku em Tevgera Azadiya Kurd û rêberê wê Abdullah Ocalan nekin em nikarin behsa wate û hebûna Jin jiyan azadî bikin. Bi vî aliyê xwe şoreşa jinan a ku li Îran û Rojhilata Navîn didome bi saya vê dirûşmê bûye xwedî tevgereke stratejîk. Ji ber serkeftina jinên Kurd ên ku her dem Abdullah Ocalan nêzî xwe dîtine em rêzdariyek mezin nîşan didin. Abdullah Ocalan bi felsefe û rêbertiya xwe rê li jinan vekir û bi wê yekê wan hêza xwe dîtin.

Ji wê rojê ve heta niha, pergala baviksalarî ya hezaran salan ku li Rojhilata Navîn serdest bû her wiha pêşeroja mirovahiyê ji bingehê ve guherî. Sedema êrîşên ewqas dijwar li dijî gelê Kurd û Abdullah Ocalan, tecrîda heyî ew e ku pergal dixwaze li ser piyan bimîne.

*Dema konferansê ji gelek aliyan ve girîng e. Piştî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tê lidarxistin. Berxwedana li Kobanê jî xwedî karakterek enternasyonal e. Bi pêşengiya ciwanên Kurd û bi hatina ciwanên ji gelek aliyên cîhanê, dîrok hat nivîsandin. Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ji bo têkoşîna enternasyonalîst û têkoşîna ciwanan îlhamek çawa dide?

Rola pêşeng a ciwanan bi vê mînakê ez dikarim bibêjim ku baş xuya bû. Li dijî DAIŞ’ê sekna bi cesaret hat nîşandan. Wê hêza ku ji bo mirovahiyê riyek tarî vekiribû li Kobanê derba mirinê xwar. Vê yekê ji kampanyayek piştgiriyê wêdetir, pêşî li tevgereke navneteweyî vekir. Agahiyên der barê Şoreşa Rojava û qehremanên Kobanê de, gihîştin gelek ciwanên ku îlham ji vê şoreşê digirtin. Em jî bi vê konferansê hewl didin hemû ciwanên şehîd rûmetdar bikin.

‘Gel tu car şer naxwazin’

*Niha li Rojhilata Navîn pêvejoya ku bi navê şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin heye. Dewleta Tirk êrîşên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir, Îsralî êrîşên li ser Xezayê didomîne. Hûn vê rewşa şer çawa dinirxînin? Weke ciwan ji bo çareseriya şerên li Rojhilata Navîn hûn çi pêşniyar dikin?

Pirs zehmet e mirov şerê cîhanê yê 3’emîn fam bike. Dema tu wisa lê dinêrî hebûna aktorên cuda û berjewendiyên wan ên bi hev re xuya dikin û weke navenda pevçûnên ku tu eleqeya wan bi hev re tune ye. Ji ber vê yekê divê em bêhêvî nebin, bêyî ku bikevin nava mezhebperestiyê, wisa rewşê analîz bikin. Em ciwan hê jî hînî mantiqa şer nebûne, ji ber vê yekê em vê zelaltir dibînin: Di esas de ev krîza cîhana ku îstîqrara wê nîn e ye.

Ciwan di heman demê de rastiya van şeran jî dibîne; ev di heman demê de perçeyek ji şerê ku netew dewlet û yekdestên din li dijî gelan didin meşandin e. Em dizanin ku yên niha şer dikin civakên Filistîn û Îsralîlê nîn in lewre gel tu carî şer naxwazin, ev yek dereweke ji aliyê dewletan ve bi armanca hovîtiyê tê bikaranîn. Li cihê vê divê gel, civak xwe bi rêxistin bikin, îradeya xwe ya aştiyê bînin ziman û bi siyaseteke demokratîk a ku ji şer bihêztir bibe werin ba hev. Divê em platformên xwe yên navneteweyî ava bikin.

Di guhertina civakê de em xwedî roleke pêşeng in’

*Di hedefa we de hevdîtina jinên ciwan a xweser jî heye gelo?

Belê. Pir girîng e ku jin bi awayê xweser xwe bi rêxistin bikin. Avakirina hêzeke hevpar xaleke bingehîn e. Rizgariya mirovahiyê bi azadiya jinan dest pê dike. Di guhertina civakê de em xwedî roleke pêşeng in. Em dibînin ku pergal li her derê êrîşê me dike, me dikin obje, em di malên xwe de ten kuştin. Ji bo guherandina zihniyeta ku dibe sedema van pirsgirêk û bûyeran, em bi riya jinan a xweser û têkoşîna wan a ji bo azadiyê bawer dikin.