Rapora DFG’ê ya meha Cotmehê: Zêdetirî 30 rojnameger hatin qetilkirin

DFG'ê ya rapora binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran a meha Cotmehê parve kir, di nava mehekê de zêdetirî 30 rojnamegeran hatin qetilkirin û rojnameger di bin hedefa desthilatdaran de ne.

Amed- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran di meha Cotmehê de parve kir. Di daxuyaniya ku hat destnîşankirin rojnamegerî pîşeyeke girîng e, hat diyarkirin ku ji bo hikûmetan xeteriyek tê dîtin û wiha hat gotin: "Weke qadeke ku divê di bin kontrolê de bê girtin û li cihê ku têr nake were tepisandin, hat teswîrkirin.”

Meha Cotmehê dîsa ji bo rojnamegeran xerab derbas bû

Di raporê de hat destnîşankirin ku îro kesên di qadên rîskê de û di şerên li gelemperiya cîhanê diqewimin de hedef tên girtin dîsa rojnameger in û wiha hat gotin: “Tenê di nava mehekê de zêdetirî 30 rojnameger hatin qetilkirin. Di her şert û mercî de, di şeran de jî divê yên ku pêşî werin parastin rojnameger bin lê nayê qebûlkirin ku rojnameger bi vî rengî werin hedefgirtin û qetilkirin. Berpirsyariya her kesê ye ku rojnameger di nava şert û mercên ewletir de bixebitin û em bang li aliyan dikin ku vê berpirsyariyê bi cih bînin. Li Tirkiyeyê meha Cotmehê ji aliyê rojnamegeran ve dîsa xerab derbas bû. Her çiqas di nava mehekê de hin hevalên me yên rojnameger ên girtî hatibin berdan jî mîna ku bibêjin “divê cihên wan vala nemîne” hin rojnameger nû hatin girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Herî dawî di 1’ê Mijdarê de nivîskarê T24’ê rojnameger Tolga Şardan ku ji ber nûçeyeke xwe hatibû binçavkirin û Dilşah Kocakaya ya ku ji ber beşdarî kampanyaya Nobedariya Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya ji bo Ozgur Gundemê bûbû, hatin girtin.

'63 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê di girtîgehan de ne’

Di raporê de hat ragihandin ku hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî di nav de 63 xebatkarên çapemeniyê û medyayê hê jî di girtîgehan de ne û wiha hat gotin: "Li gorî rapora me hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû jî di nav de 63 xebatkarên çapemeniyê û medyayê hê jî di girtîgehan de ne. Ji aliyê raya giştî ve baş tê zanîn ku ev rewş çawa li pêşiya azadiya raman û îfadeyê astengiyeke mezin e. Ji ber vê yekê em banga xwe dîsa dubare dikin. Di serî de hevseroka me û Tolga Şardan û Dilşah Kocakaya yên herî dawî hatin girtin divê hemû rojnameger demildest bên berdan. Wekî ku ji daneyên rapora me tên fêmkirin, ji bo ku rojnameger di mercên ewle de peywira xwe pêk neynin, rêbazên cuda tên bikaranîn. Dîsa gelek rojnameger hatin binçavkirin, hinek ji wan hatin girtin. Her wiha rojnameger rastî muameleya xerab hatin, gef li wan hatin xwarin û nehiştin ku nûçeyan bişopînin. Der barê hin rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin, bi dehan rojnameger dîsa derketin pêşberî dadgeran û hinek ji wan jî hatin cezakirin.

2 hezar û 22 nûçe hatin astengkirin

Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin: “Lê belê sansur û astengiya herî mezin dîsa me di qedexeyên li dijî mecrayên medyaya dîjîtal de dîtin. Di nava mehekê de 6 malperên înternetê hatin girtin, 2 hezar û 22 nûçe û 682 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Ev hejmar mezinahiya sansurê ya li qada rojnamegeriyê radixe pêş çavan. Lê belê rojnameger heq dikin ku di hawireke ewle de bixebitin û nûçeyên baştir ji raya giştî re ragihînin. Hewldanên kontrolkirinê yên rojnameger û saziyên çapemeniyê yên lê dixebitin, bi tenê bi zext û astengdariyên ji rêzê nikarin bên ziman. Kesên welat bi rê ve dibin jî di nav de. Ji ber vê yekê, em dixwazin dubare bikin: Destên xwe ji rojnamegerên ku yekane armanca wan ew e nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin, bikşînin. Bihêlin bila pênûsên azad zêdetir bibin û rojnamegeriyeke baştir bê kirin. Ji bo ev pêk were divê hemû derdorên demokratîk li dijî vê rejîma zordar dengê xwe zêdetir bilind bikin û rojnamegeran bi awayê xurtir biparêzin. Em careke din dubare dikin; #RojnamegerîNeSûce, #RojnamegerNikarinBênDarizandin!"

Hin daneyên îstatîstîkê yên rapora binpêkirinên mafên rojnamegeran wiha ne:

Binpêkirinên mafên ewlehî û jiyanî yên rojnemevanan

Rojnamegerên rastî êrişê hatin: 1

Rojnamegerên hatin binçavkirin: 12

Rojnamegerên hatin girtin: 3

Rojnamegerên rastî tundiyê hatin: 7

Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin: 5

Rojnamegerên hatine astengkirin: 9

Li girtîgehan binpêkirinên mafên rojnamegeran: 4

Rojnamegerên ku ketine ber lêpirsînan: 5

Cezayên hatine birîn: 2

Cezayê girtîgehê: 10 Sal

Hejmara dosyeyên darizandinê: 44

Hejmara rojnamegerên hatin darizandin: 119

Hejmara rojnamegerên girtî: 63

Astengkirin û sansura li ser saziyên çapemeniyê

Cezayên RTUK’ê hejmara weşanan: 1

Hejmara cezayê rawestandina bernameyan: 5

Cezayê pereyan: Ji %5 cezayê pere hatiye birîn

Biryara qedexeyên weşanan: 13

RTÜK cezası: 5

Yayın yasağı kararı: 13

Astengkirina xwegihandina înternet-dîjîtal medya

Malperên hatine girtin: 6

Nuçeyên hatine qedexekirin: 2 hezar û 22

Astengkirina xwegihandina tora civakî/medya dîjîtal: 682."