Di êrîşên li ser Xezayê de hejmara miriyan bû 9 hezar û 227

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 9 hezar û 227. Hate diyarkirin ku di êrîşên 28 rojên berdewam dike de 212 hezar avahî xisar ditîne û 35 hezar avahî jî bi temamî hilweşiyane.

Navenda Nûçeyan - Di roja 28’emîn êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve li ser Xezayê didome de, li Zîvala Xezaya dorpêçkirî 166 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 9 hezar û 227. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji kesên jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 826 zarok û 2 hezar û 405 jî jin in.

NY: Qeyran her ku diçe xirabtir dibe

Ji aliyê din ve, Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya NY’ê Jens Laerke di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevre ya NY’ê de axivî. Jens Laerke diyar kir qeyrana li Xeza û herêmên dagirkirî yên Filistînê her ku diçe xirabtir dibe û destnîşan kir ew ê ji bo beşa saleya mayî banga alîkariyê lezgîn a nûjên biweşînin. Jens Laerke wiha axivî: "Tê texmînkirin ku ji bo hewcedariyên 2,7 mîlyon mirovên li Xeza û Şerîaya Rojava ya dagirkirî, pêwîstî 1,2 milyar dolar heye.”

Jens Laerke bi bîr xist ku di bangawaziya alîkariyê ya ku di 12’ê cotmehê de ji bo Xeza û herêmên Filistînê yên dagirkirî hat destpêkirin de ji bo piştgirîkirina nêzî 1,3 milyon kesan 294 milyon dolar hatiye xwestin, da zanîn ku ji vê rojê heta îro rewş zêdetir bêhevî bûye.”

212 hezar avahî xisar dît û 35 hezar avahî jî bi temamî hilweşiya

Di daxuyaniya li ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê ya Xezayê hat pêkanîn de, der barê êrîşên Îsraîlê yên ev 28 roj in dewam dikin de agahî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bi 25 ton teqemenî êrîşa Zîvalaya Xezayê kir û hate dest nîşan kirin ku ev bi qasî hêza 2 bombeyên atomê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve zêdetirî 12 hezar êrîşên esmanî birin ser Zîvala Xezayê û cihên sivîlan ên wek mal, tesîsên kamûyê, dibistan û nexweşxaneyan hedef digre.

Di daxuyaniya ku hat diyar kirin ji ber bomberdûmanên Îsraîlê zêdetirî 212 hezar avahi xisar dîtine û ji wan 35 hezar bi temamî hilweşiyane, hate dest nîşan kirin ku Navenda Çanda Ortodoks jî di nav de 85 avahî û tesîsên dewletê hilweşiyane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Îsraîlê 214 dibistanan hedef girtiye û ji wan 45 dibistanan ji ber êrîşan nikarin xizmet bidin.

50 avahiyên NY’ê xisar dît

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, diyar kir ku li Zîvala Xezayê ku di bin êrîşên dijwar ên Îsraîlê de ye, nêzî 50 avahiyên NY’ê ku di nav wan de Filistîniyên ji cih û warên xwe bûnê jî hene, xisar dît û hinek ji wan jî rasterast hatiye hedef girtin.