Wesayîta zirxî li zarokek 5 salî xist

Li navçeya Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî 5 salî xist.

Navenda Nûçeyan – Duh bi şev li Taxa Dîcle ya navçeya Silopiya ya Şirnexê zarokê 5 salî Y.Y. dema li pêşiya mala xwe dilîst, wesayîteke zirxî lê xist.

Li ser banga welatiyan, ambulans hate cihê bûyerê û Y.Y. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Hat zanîn ku hestiyê pişta Y.Y. şikestiye û li dijî xetereya çûyîna xwînê ya hundir, rakirin sewqî nexwşxaneyeke taybet a Xarpêtê hate kirin.

Kiryar nehatin cezakirin

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê ya ÎHD'ê ya di navbera salên 2008-2021'an de, li Tirkiyeyê ji ber lêdana wesayîta zirxî 20 jê zarok 42 kes mirin. Dîsa di encama lêdana wesayîta zirxî de 21 jê zarok 90 kes birîndar bûn. Mirin di bin navê 'qeza' de ji çapemeniyê re hatin pêşkêşkirin, piraniya dozan bi bêcezabûnê ve hatin encamdan.