Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak berat kir

Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşide Toprak, ji doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" jê dihat darizandin berat kir.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşide Toprak, ji doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" jê dihat darizandin û 22 sal û 6 meh ceza jê re dihat xwestin, berat kir. Rûniştina dozê li 11'emîn Dageha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşîde tevlî rûniştinê nebû lê parêzerê wê Sabahattin Acar li rûniştinê amade bû. 

Parêzerê Sabahattin Acar parastin kir û got çalakiyên muwekîla wî tevlî bûna di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Heyet dadgehê biryara beratê da.