Doza derbarê Emîne Şenyaşar de hate taloqkirin

Danişîna Emîne Şenyaşar a ku bi îdiaya ‘heqaret’ li parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye hat vekirin, îro li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê hat dîtin. Daneşîn taloqî 8'ê Hezîranê bû.

Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, di rojaya 785'an de berdewam dike.

Yekemîn danişîna doza ku di sala 2022'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya "heqaret" li li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî kiriye hatibû vekirin, îro li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê hat dîtin. Di danişînê de Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar, parêzerên malbatê Ahmet Taş, Hidayet Enmek, Meral Halat, Ayşe Şehirban Demîrel, Alî Arslan, Serhat Kurt û Îbrahîm Halîl Öyke amade bûn.

‘Divê heqaret ji aliyê pispor û wergêrê sondxwarî ve bê ispatkirin’

Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan destpê kir de Parêzer Ahmet Taş parastin kir. Ahmet got, “Li ser girteka ku di destê Serdozgeriya Komarê de ye, doz hat vekirin. Dayik bi tirkî nizane, ji ber vê yekê em meraq dikin ka ev heqaret çawa wergerî tirkî hatiye kirin. Li gorî biryara Dadgeha Bilind, divê heqaret ji aliyê pispor û wergêrê sondxwarî ve bê ispatkirin. Doz bi tenê bi girtekê nayê vekirin. Pêwîste bi delîlên zelal û teqez bê îspatkirin ku heqaret hatiye kirin.”

‘Dozgeriyê xelet nirxand û doz vekir’

Ahmet diyar kir ku polîsan telefonî Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz Salîh Gunduz kirin û jê pirsîn "Gelo gilîkar e" û wiha got: "Di qanûnê de di nava erk û wezîfeyên polîsan de ev wezîfe nîne. Meqamê xwe îstîsmar kirin.” Ahmet da zanîn ku Salih Gunduz gotiye, “Ti îfadeyên me nîn in” lê tevî vê yekê jî dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Ahmet, diyar kir ku dozgeriyê xelet nirxand û doz vekir û got, “Dozgeriyê wekî heqareta li 'memûrê cemaweriy nirxand û doz vekir. Lê muwekîla wî tu heqaret li kesên li ser peywirê ne nekiriye."

Daneşîn taloqî 8'ê Hezîranê hat kirin

Parêzer Ahmet, xwest biryara beraetê derbarê muwekîla wî de bê dayîn û dosya bê girtin.

Piştî parastina parêzer dozgeriyê ji bo mutalayê dem xwet. Heyeta dadgehê jî daxwaz qebûl kir û daneşîn taloqî 8'ê Hezîranê kir.