Li Îranê girtiya nexweş beyî were dermankirin şandin girtigehê

Girtiya siyasî Fatemeh Sepehri a ku li girtîgeha Meşhedê girtiye. Ji ber rewşa wê ya tendûristiyê li nexweşxanê hatibû rakirin beyî ku were dermankirin dubare vegerandin girtigehê.

Navenda Nûçeyan- aktîvîsta mafê mirovan Fatemeh Sepehri a ku Yek ji îmzekerên Danezana 14’emîn e û li Îranê Ayetullah Ali Hamaney bi şeklekî eşkere rexne dikir, roja ewil a serhildanê di girtigeha  Meşhed de ye bi pirskirêkê xwe yê tendûristiyê re rûbûrû dîmîne.

‘Ji roja ku hatiye girtin 15 kîlo da ye’

Xwişka Fatemeh Sepehari Asghar Sepehri li ser medyaya dîjîtal a  Twitterê got:” xwişka min roja ku hatiye girtin rûxmê ku neketiye greva birçîbûnê  nêzîkî 15 kîlo da ye.” Asghar Sepehri wiha gotonê xwe berdevam kir:”

Xwişka min ji destê xwe ameliyat bû. Piştî emaliyatê 48 saetan xwînjêçûna rovî derbas kir. Roja dûşemê sewqî  nexweşxaneya İmam Riza hat kirin û ji aliyê gastroenterolojîyê hat  muayene hat kirin. Hertim tê gotin ku bi lezgînî divê kolonoskopi were kirin lê rûxmê vê jî mixabin birin girtîgehê. Di vê mehê de 3 caran ji destê xwe ameliyat bû.”

Asghar Sepehrî diyar kir ku divê xwişka wê ya mezin Fatima Sepehrî ji bo dermankirina baştir ji girtîgehê were tehliye kirin û wiha got: "Piştî emeliyatê pêdiviya wê bi tedawiya fîzîkî heye, lê nayê dermankirin."

18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

Ji ber propaganda li dijî Komara Îslamî 10 sal, ji ber hevkarîkirina bi hikûmetên dijmin re 5 sal, ji ber heqaret li Ayetullah Ruhullah Xumeynî û Elî Xamineyî 2 sal û ji ber komkirin û komplokirin li dijî ewlehiya neteweyî salek û ji ber van hemûyan 18 sal cezayê girtîgehê li parazvana mafê miravî hatiye birîn. Li gor yasayên Komara Îslamî, ger mehkûmek di dozekê de bi zêdetir ji yek cezayê girtîgehê were mehkûmkirin, dê 10 sal di girtîgehê de bimîne ku ji dirêjtirîn cezayê girtîgehê tê.