Ji Weqfa Jina Azad ji bo xurtkirina rola jinê perwerdeyên nû

Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xurtkirina rola jinan a di civakê de perwerdeyan dide. Rêvebera Weqfa Ahlam Ismaîl li ser rola vê saziyê di civakê de axivî û got: “Armanca me ya sereke xurtkirina rola jinê ye.”

DELAL REMEDAN

Hesekê – Bi armanca xurtkirina kesayeta jinan û xurtkirina serxwebûna madî û moralî da ku tevli hemû çalakiyên civakî cuda bibe, Weqfa Jina Azad li kantona Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek perwerdeyên pîşeyî vekirine.

Bi dirûşma “Jina Azad Bingeha Civaka Azad e” di Îlona 2014’an de Weqfa Jina Azad li Rojava ava bû ji bo pirsgirêkên civakî li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bê çareserkirin û civak di hemû warên jiyanî de bê pêşxistin. Piştî pêşketina mezin di seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye û ji bo ku bigihîjin hemû jinên herêmê, di konferansa 2021’ê de biryar dan navê xwe biguherînin bikin “Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê.” Gelek beşên Weqfa Jinê hene, di nav de beşa perwerdeyê ya ku karînên jinan û têkiliyên wan ên civakî û tendirustî di hemû waran de bi pêş dixe ji bo binesaziya civakê xurt bike û beşdariyên jinan di bernameyan û projeyên pêşveçûnî de bi pêş bixe.

‘Armanca sereke xurtkirina rola jinê ye’

Rêvebera Weqfa Jina Azad a bajarê Hesekê û endama beşa perwerdeyê Ahlam Ismayîl li ser rola vê saziyê di civakê de axivî û got: “Armanca weqfê ya sereke xurtkirina rola jinan di warê aborî û fikrî de ye ji bo kesayeta wan bi pêş bikeve û serbixwe be, ji perwerdeyên pîşeyî û semînerên bîrdozî pêk tîne. Ev perwerde her car li cihekî li dar dikeve ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Perwerdeyên teorîk û pratîk tên dîtin û di dawiyê de ezmûn hene li gorî encamê, her jinek bawernameya xwe ya pîşeyî digre. Di semîneran de em karê Weqfa Jinê baş diyar dikin û bala jinan dikşînin ser girîngiya pêşxistina kesayetên xwe di warê kar, perwerde û xwendinê de. Ji destpêka vekirina ofîsa Weqfê ve li kantona Hesekê em hewl didin bigihîjin hemû jinên ku derfetên kar negirtine.”

‘Dîvê îradeya jinan xurt be’

Ahlam Îsmayîl di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Taybetmendiya Weqfa Jina Azad semînerên hişyariyê ne ku pirsgirêkên civakê yên bandore li jinan dikin ronî dike weke kevneşopiyên berê ku rê nadin beşdariya jinan di warên jiyanê de û rola wan sînordar dikin. Lewre bi perwerdeyên pîşeyî yên cuda em hewl didin çareyan ji jinan re bibînin û hemû cureyên cihêkarî û tundiya li dijî jinan rawestînin. Di jiyanê de her tişt pêkan e lewre divê vîna jinan xurt be û tevlî perwerdeyên pîşeyî û bîrdozî yên weqf organîze dike bibin.”

Perwerdeya tenduristî

Perwerdekara beşa tendirustiya lezgîn a Weqfa Jina Azad li Hesekê Nehjîn Qasim got ku perwerdeyên ku didin jinan der barê kişandina xwînê, pîvana zext û germahî û pedakirina seroman de ye û wiha axaftina xwe domand: "Ev cara yekem e ez van perwerdeyan didim lê tu dijwarî tê de nîn e, dema ez dibînim jin bi lez sûdê ji me digrin gelek kêfxweş dibim. Ez dibînim çiqas jin hez dikin tevli perwerdeyên pîşeyî yên ku Weqfa Jinê organîze dike bibin, ez hêvî dikim ku hemû jin tevli van perwerdeyan bibin ji ber ku gelek sûdê jê digirin.”

Perwerdeyên pratîkî tên dîtîn

Avîn Xalid keçeeke 20 salî ji bajarê Hesekê ye tevlî perwerdeya tendirustiyê bûye û dibêje: "Ji sê rojan ve ew tevlî perwerdeya Weqfa Jina Azad bûye, destpêkê perwerdeyên pratîkî dane, îro bi taybetî perwerde der barê pîvana zextê bû. Ji bo alîkariya malbat û cîranên xwe tevli vê perwerdeyê bûye.”

‘Ji bo tendirustiya zarokên xwe perwerdeyê hemşirî dibînim’

Her wiha mamoste Sîba Hesen ji bajarê Hesekê ye dibêje: "Ez çûm navenda Jina Azad ji bo fêrî pîşeya hemşîretiyê bibim ji ber ku zarokên min hene pêwîstiya wan bi alîkariya tendirustî heye her dem û ji bo ez alîkariya malbatê, kesûkar, cîranên xwe û her kesê ku pêdiviya wan heye bikim em perwerde dibînin.”

Sîba Hesen fêrî gelek tiştan bûye berê nizanibû, dikare alîkariya her kesê bike û got: "Carna alîkariya me ji bo kesên ji nişkêve nexweş dibin şaş bû lê îro bi riya perwerdeyên pratîkî û tewrîk ez fêr bûm çawa bi awayekî tendirust alîkariya nexweşan bikim û rewşa wan baştir bikim.”