Mirina Dina nehat ronîkirin

Hîn mirina bi guman ya xwendekara Gabonî Dîna ku cenzayê di mêrga Filyos de hatî dîtin nehatiye ronîkirin. Ji pêvejoya lêpirsinê re ji bo otopsiya dûyemîn 6 hezar dolar daxwaz kirin. Sefaretxaneyê ev daxwaz red kir.

Navenda Nûçeyan-  Cenazeyê xwendekara zanîngehê ya Gabonî  Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga di 26’ê Adarê de li mêrga Filyos ya Karabukê hate dîtin. Dina ya ku hîna sedenê mirina wê nehatiye ronîkirin, malbata wê ji Gaban hatiye Tirkiye û ji malbatê ji bo cara duyemîn otopsi çêbikin 6 hezar dolar xwestin. Malbatê ev daxwaz jî sefaretxaneya Gabon kir, lê belê sefaretxane nerênî bersîva vê daxwazê da. Otopsiya ku mirina Dîna ronî bike nehat çêkirin.

‘Ma 6 hezar dolar giringtir e?’

Parêzerê malbata ku rewşa wan ya aborî xirabe Kerîm Bahadir Şeker got: “Mixabin ji roja yekem heta niha ji bo ew sucê ku li beramberî jina ciwan ya 17 salî hatî kirin ji bo ronîkirina wê em tişta ji destê me were bikin, ev nêzîkatî, ev ne xemî, Ev nezîkatî di serê me de  pirsa gelo 6 hezar dolar ji hemwelatiyek hêjatir e dihêle”

Mirin nehat ronîkirin

Derket holê ku beriya mirina Dina peyamên ku li beramberî pare daxwaza ketina têkiliyan lê hatiye kirin, qeydên deng ku ji dayika re şandibû ku jêre gotibû dixwazim ji Karabukê biçim û dimenê ku bi lingê tazî di reviya derket holê.

Di çarçoveya lêpirsînê de 3 ji Gabonî, 8 kes hatin binçavkirin. Ji bersûcan 5 jî piştî lêpirsîna dozgeriyê hatin berdan, bersûcên ku sewqî dadgehê kirin İ.Ç. û S.Ç bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Dursun Acarê ku 4 caran hatî binçavkirin û berdan, hate girtin. Mirina jina ciwan hîna nehatiye ronî kirin.