Ji Meral Daniş Beştaş bang: Xwedî li îradeya xwe derkevin

Namzeta Partiya Çep a Kesk ya Erziromê Meral Daniş Beştaş diyarkir ku li bajar hemû sindoq hatine îtirazkirin, bang li hemwelatiyan kir ku li encamên hilbijartinê xwedî derbikevin.

Navenda Nûçeyan – Serok wekila koma HDP û nemzeta Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, li Erziromê weke wekil hate hilbijartin.

Girtinekên vekirina sindoqan diyar dikin Meral Daniş Beştaş weke wekil hatiye hilbijartin, lê belê hat aşkere kirin ku li bajar hewildanên guherîna encamên hilbijartinê hatine kirin . Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe ê medaya dijital têştên ku hatî jiyan kirin ragihand. Di parvekirina xwe ya yekem de Meral Danis Beştaş wiha got: “Li Erziromê encamên hilibijartina wekîlan MHP, ÎYÎ Partî û AKP cûda cûda, bi hevre itiraz kirin. Li herderê zanyariyên ku li hevkirin û li pey kumpasane hatine.  Qaşo yên ku li beramberî hev pêşbaziyê dikin, li beramberî me dibin yek û hevbeş. Giştî encamên girtinekên imzayên şil di destê medene. Erkdarên civakê ên ku hewildanên wiha kirin li beramberî qanûnê wê hesab bidin, em rênadin hun îradeya gel xesp bikin.”

Banga parastina dengan

Meral Daniş Beştal diyarkir ku hema bêje li hemû nafçeyan encamên hilbijatinê hatine îtirazkirin û di parvekirina xwe a dûem de bang li hemwelatiyan kir ku li îradeya xwe xwedî derbikevin û wiha got: “Partiya Îyî, AKP,MHP îtaraza wan ya hilbijartinê tu piştgiriya zagon û sedemek derbazdar nîne, hema bêje li hemû nafçeyan encam hate îtirazkirin. Bi kurtasî dibêjin wekilên ku YSP qezenc kiriye em nexwazin. Wekil gel di hilbijêrin. Îradeya gelê Erziromê nasnakin û hewil didin ew wekila me qezenc kiriye bi dizin. Em bang li hemû kesê dikin li îradeya Erziromê xwedî derbikevin û li dijî kumpasan bi sekinin. #ErzurumunİradesiÇalınamaz.”

Erzirom wê 6 wekîlan bişîne Enqere. Di hilbijartina ku roja yekşemê hatî kirin de li gora encamên ne fermî li bajar AKP 4, MHP 1 û Partiya Çep a Kesk 1 wekîl derixstibû. Meral Daniş Beştaşa ku ketiye lîsteya hilbijartin a Partiya Çep a Kesk li bajar ji sedan 9,90 deng girt û hat hilbijartin.