‘Wê nekarin bikevin pêşiya sinerjiya ku jinên Kurd bi şoreşê bi pêş xistine’

Sara Aktaş komkujiya li Parîsê nirxand û diyar kir ku hêzên mêr ên serwer-kolonyal nikarin pêşî li sînerjiya şoreşgerî ya jinên Kurd bigirin.

BÊRÎTAN SARYA

Navenda Nûçeyan – Bi nêzikbûna salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd li paytexta Fransa Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de, di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê komkujiyeke nû pêk hat. Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li bajêr, kesek ku di girtîgehê de bû, beriya 11 rojan bi şert û merc hatibû berdan êrîşeke çekdarî pêk anî û di encamê de yek ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) jî di nav de 3 Kurd hatin qetilkirin.

Rojnameger û nivîskar Sara Aktaş diyar kir ku berevajî îdiayên Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerard Darmanin, ev ne êrîşeke nijadperestî ya ji rêzê ye, komkujî bi plan û organîze hatiye pêkanîn.

‘Polîtîkayeke komkujiyê ya sîstematîk tê meşandin’

Sara Aktaş ku di şexsê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û kujeran şermezar kir, diyar kir ku li dijî Tevgera Jinên Kurd polîtîkaya qetlîamê ya sîstematîk tê meşandin û got: “Em îro vê yekê hem li Ewropayê, hem li 4 parçeyên Kurdistanê û hem jî di şexsê hemû hêzên ku li ser Kurdistanê polîtîkayên kolonyalîzmê dimeşînin de em dibînin.”

Sara Aktaş, diyar kir ku sedemên bingehîn ên polîtîkayên qetlîamê yên sîstematîk hem ên dîrokî û hem jî yên heyî hene, hêza berxwedanê û sînerjiya şoreşgerî ya ji aliyê jinên Kurd ve hatiye afirandin e û wiha berdewam kir: “Ger ku rêhevalên me di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin ger ku heval Nagîhan li Başûr hatibe qetilkirin, ger duh li Parîsê komkujiyeke nû pêk hatibe, ez difikirim ku yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê têkoşîna rêxistinbûyî, berxwedan û serhildana jinên Kurd ku li hemberî çewisandinê çok netewandine ye.”

‘Faşîzm ji jinên Kurd ên avakerên şoreşa jinan ditirse’

Sara Aktaş bal kişand ku faşîzm her dem ji jinên rêxistinkirî, têkoşer, bi hêz ditirse û îro li ser vê bingehê êrîşî Tevgera Jinên Kurd a avakera şoreşa jinê dike û got: “Tirsa faşîzmê ya ji jinên bi hêz di dîrokê de hertim heye. Ew ji ezmûna dîrokî baş dizanin ku hêza wan tarîtiya wan bi xwe hejandiye û împaratoriya tirsê hilweşandiye. Ji Dolores Îbarûrî heta Rosa Lûksembûrgan, Clara Zetkînan, berxwedana mezin a şoreşgerî ya ku Tevgera Jinên Kurd pêş xistiye, ev e. Beriya her tiştî em dizanin ku hêzên serdest ên mêr li ser vê bingehê li hemû cîhanê û Kurdistanê jinan hedef digirin. Bi taybetî di vê serdemê de em dibînin ku di esasê xwe de jinên Kurd hedef digirin, ji ber ku ew nûnerên vê sînerjiya şoreşgerî ne û avakera şoreşa jinê ne.”

‘Weke di komkujiya 9'ê Çileyê de rola dewleta Fransayê di asta 1'emîn de heye’

Sara Aktaş anî ziman ku komkujiya 23'ê Kanûnê li Parîsê pêk hat dubarekirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an e û got: “Ger dewleta Fransayê komkujiya 9'ê Çileyê ne veşartiba û hesabê rola xwe ya di komkujiyê de bidaya ev komkujî duh dubare nedibû. Divê ev komkujî ji rêzê neyê dest girtin. Komkujiyek pir bi plan û organîze ye û di vê qetlîamê de rola dewleta Fransayê berpirsyarê yekem e."

Sara Aktaş, bal kişand ser daxuyaniya ku Wezîrê Karê Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin ne di wê baweriyê de ye ku êrîşkar rasterast Kurdan kiriye hedef û hedefa wî kesên biyanî ne û wiha got: “Ev bi rastî daxuyaniyeke ku hewl dide komkujiyê asayî bike û cewhera wê ya siyasî ji holê rake. Piştî vê daxuyaniyê bi hezaran kesan li vê derê refleks û bertekeke mezin nîşan dan.”

'Komkujiyek bi organîze û plankirî ye'

Sara Aktaş, diyar kir ku fikra ku failê qetlîamê bi taybet li girtîgehê hatiye amadekirin gelekî belav bûye û got: “Kiryarê ku Komkujiya Parîsê pêk anî, beriya niha 2 caran êrîşî kampên penaberan kir û 12 roj berê ji girtîgehê derxistine. Em jî wisa difikirin ku ev şexs di girtîgehê de hatiye amadekirin. Ev kesê 12 roj berê ji girtîgehê derket, bi wesayîdeke taybet anîn û li vê kolanê peya kirin. Bi taybetî sazî û esnafên Kurd hedef tên girtin. Kiryar bi eşkereyî dibêje ‘Ez ji Kurdan hez nakim’, ‘Ez faşîst im’. Me dîmenên bûyerê temaşe kir û em bûn şahidê îfadeyên şahidên bûyerê. Di heman demê de gotinên gelê Kurd ên ku ev kiryar girtine hene. Pir profesyonel û xwînsar e. Bi îhtimaleke mezin ev kiryar di girtîgehê de hatiye amadekirin û careke din destê MÎT’ê di nav de heye. Dîsa ji bilî van hemûyan, ev yek ne rewşek e ku mirov asayî bike û were nixumandin ku ev kes destê xwe û mile xwe bihejîne  were û nûnerên jin û gelê Kurd li wir qetil bike.”

‘Kurdan bertekên xwe li hemberî van qetlîaman bi awayekî zelal nîşan dan’

Sara Aktaş destnîşan kir ku gelê Kurd di ferqa rola dewleta Fransayê ya di qetlîamên li Parîsê de ye û got ku gelê Kurd ji ber di dema amadekariyên salvegera Komkujiya Parîsê ya sala 2013’an de bûn  komkujiya ku nû çêbû hêrsek mezin rakir.

Sara Aktaş, anî ziman ku bertekên Kurdan ên piştî qetlîamê nîşaneya zelal a vê hişmendî û hêrsê ye, got: “Bi polîsên ku hikûmeta Fransayê temsîl dikin re pevçûn derket. Di encama pevçûnên ku bi saetan domiyan de hemû kolan ji polîsan hatin valakirin û bi wan gav paşve dan avêtin.”

‘Heta komkujî neyên ronîkirin û hesab neyê pirsîn rawestan nîn e’

Sara Aktaş, anî ziman ku yekane vebijarka gelê Kurd û jinan ew e ku êrîş çiqas hovane û meylên berfireh bin jî bi berxwedaneke rêxistinbûyî têkoşîn û bersivdayînê ye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku dîrok bi mînakên vê yekê tijî ye. Me duh jî mînaka vê ya herî şênber û berbiçav dît. Ger berxwedaneke birêxistinkirî hebe, li hemberî van hovîtî û qetlîaman bi yekitiyeke rasteqîn a xurt helwestek yekgirtî bê nîşandan û li vê qadê bersiv bê dayîn, çewisandin û komkujî teqez wê gavê paşde bavêjin.

Ev hêzên qetilker, ev hêzên serdest ên mêr, ev hêzên kapîtalîst ên modernîteyê yên emperyalîst ji têkoşîna mezin a şoreşgerî û sînerjiya ku jinên Kurd bi pêş xistiye, ji hêza wan a rêxistinbûyî ditirsin. Ji ber ku îro Tevgera Jinên Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê jî li dijî desthilatdarî, mêranî û mêtingeriyê têkoşînê dimeşîne; Bûye hêzeke ku gav paşde navêje û bi israr li dijî hemû êrîşan li ber xwe dide. Bersiva ku îro divê em bidin ew e ku heta ev komkujî neyên ronîkirin û hesab ji berpirsyaran neyên xwestin, em vê têkoşînê bênavber bidomînin û gav paşde navêjin.”

‘Bi jêkirina çend kulîlkan nikarin pêşî li hatina biharê bigrin’

Sara Aktaş bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Yên ku hewl didin tarîtiyê biafirînin, nikarin bi jêkirina kulîlkan pêşî li hatina biharê  bigrin. Wê nikaribin pêşiya sînerjiya şoreşgerî ya ku îro ji aliyê jinên Kurd ve hatiye pêşxistin, bigirin. Em vê yekê ji helwesta têkoşînê ya ku gelê Kurd di pêşengiya jinan de li her qadê bi pêş xistiye, bi zelalî dibînin.”