‘Bi komkujiyan nikarin têkoşîna me lawaz bikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn têkildarî duyemîn komkujiya Parîsê got, “Ev komkujî proje û felsefeya "Jin, jiyan, azadî" hedef digre lê dê nikaribe têkoşînê lawaz bike."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di 23`ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê, li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet  Kaya, êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de endama tevgera jinên Kurdistanê Emîne Kara hebû, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan û 4 kes bi giranî birîndar bûn. Têkildarî duyemîn komkujiya Parîsê, Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn helwesta xwe anî ziman û got, “Dê nikaribin bi van komkujiyan têkoşînê lawaz bikin.”

‘Dewleta tirk li her devera cîhanê êrîşî Kurdan dike’

Macîde Hesûn di destpêka axaftina xwe de komkujiya 2013`an bi bîr xist û wiha got: "Ev komkujî ji aliyê faşîzma dewleta Tirk û MIT’ên wê ve pêk hat. Mirov nikare vê bûyerê ji êrîşên ku niha li seranserê Kurdistanê rû didin, qut bigre dest. Ev êrîş berdewamiya tecrîd, komplo û qirkirina li ser Kurdistanê tê meşandin e. Her wiha ya balkêş ew e ku di hemdema salvegera kumkujiya Parîsê ya di 2013`an de, ev komkujî bi heman rêbaz û li heman welatî çêbû. Ev kiryar rastiya êrîşên dewleta tirk ên li hemberî Kurdan nîşan dide, eşkere dike ku Kurdek li kîjan devera cîhanê be wê bibe hedefa dewleta tirk. Di nava kesên ku hatine qetilkirin de, pêşeng û têkoşer Emîne Kara hebû. Şehîd Emîne kedeke mezin di nava Tevgera Azadiya Jinan de da, bi taybetî ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê jî rol û misyoneke mezin di nava şoreşa jinan û di berxwedana li dijî terora DAIŞ de lîst."

‘Dewleta Tirk bi êrîşan hewl dide têkoşîn û vîna me lawaz bike’

Macîde Hesûn da zanîn ku dewleta tirk bi riya vê komkujiyê peyamek daye tevgerên jinan û got: "Bêguman em weke tevger û rêxistinên jin ên li Kurdistanê peyamek ji êrîşa dewleta tirk girt. Bi taybet jî di demeke ku têkoşîna jinan a li ser bingeha felsefeya "Jin, jiyan, azadî" gihîştiye lûtkeyê. Di her êrîşa ku li hemberî jinan pêk tê, em digihîjin vê encamê ku tirsa dewleta tirk ji vîn û têkoşîna jin mezintir dibe. Hikûmeta AKP`ê dixwaze jinan bitirsîne û vîna me lawaz bike her wiha jinan ji bîrdoziya azadiyê qut bike û pergala xwe mêr-dewlet mayînde bike. Helwesta me weke jin ji êrîşên bi vî rengî bi bandor nabin, têkoşîna me bi komkujiyên wiha ranaweste. Sedsala 21`emîn a têkoşîna ji bo azadiyê ye, em ê sedsala 22`emîn jî bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" pêşwazî bikin û azadiya xwe misoger bikin. Ji ber vê têkoşîna me pêl bi pêl berfireh û bi encam dibe. Nîşaneya vê yekê jî hevgirtin û yekitiya jinan e, niha li seranserî cîhanê pêk hatiye."

‘Dewleta tirk bi rengekî rehet komkujiyan li Fransayê pêk tîne’

Macîde Hesûn komkujiya ku di 2013`an de li Parîsê pêk hat û di encamê de sê têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz û Fîdan Dogan hatin qetilkirin bibîr xist, got dewleta tirk di 2021`ê de bi rengekî eşkere teqez kir ku ji aliyê wan ve pêk hatiye û wiha domand: “Her wiha bi pêkanîna komkujiyên din jî gef xwarin. Berpirsyarên vê rewşê hikûmeta Fransayê ye. Gelo pergaleke ewlehiyê ya çawa li Fransayê heye ku dewleta tirk bi rengekî ewqas rehet dikare komkujiyan pêk tîne. Divê ku hikûmeta Fransayê vê rewşê baş analîz bike û yekser helwestên xwe nîşan bide û tedbîrên pêwîst bigre. Her wiha divê ku rêxistin û saziyên mafên mirovan li hemberî sûcên dewleta tirk ên li derveyî welat bibin xwedî bertek lê ev çend roj in me heta niha tu helwestên pratîk nedîtiye."

‘Divê dewleta Tirk bê darizandin’

Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê kir û got: "Li hemberî van kiryar û sûcan, banga me ji tevahî jinên azadîxwaz ku felsefeya rizgariya jinan di têkoşîna xwe de bingeh digrin re heye. Divê ku em weke jin li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Jinên Kurd ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûn pêşeng û çavkaniya têkoşînê. Dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ku îro li ser zimanê jinan e, ji axa Kurdistanê dest pê kir û li tevahî cîhanê belav bû. Ji ber vê erka hemû jinan ew e ku xwedî li van destkeftiyan derkevin. Bi taybetî banga me ji bo tevgerên jinan û yên femînîst ên Fransayê ew e ku zextê li hikûmeta Fransayê bikin da ku dewleta tirk were darizandin."