Cezaya îdamê ya çalakvanekî Îranî hat erêkirin!
Dadgeha Bilind a Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê piştî demek kurt li ser qebûlkirina îtiraza Muhemed Qebadlo, ragihand ku cezayê îdamê erê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Çalakvanên ku ji ber xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê destpê kir hatin girtin, rastî cezayê darvekirinê tên.
2 welatiyên Îranê ji ber beşdarbûna xwe di xwepêşandanan de hatibûn îdamkirin. Dadgeha Bilind a Hikûmeta Komara Îslamî piştî demek kurt li ser qebûlkirina îtiraza Muhemed Qebadlo, ragihand ku cezayê îdamê erê kiriye.
Parêzerê wî Amir Raisian, ragihand ku dadgehkirina Mihemed Qebadlou bêyî parêzer û bêyî malbata wî hate kirin. Amir Raisian bal kişand ser vê yekê ku muwekîlê wî Muhammed Qebadlou ku nikare wî biparêze, bi nexweşiya bipolar ketiye û her çendî dixwazin lêkolîn bê kirin ka gelo derûniya wî baş e an na, bijîşkên dadwerî yên Girtîgeha Tehranê rapora ‘rewşa wî ya tenudirstiyê baş e’ dane.
Parêzer Amir Raîsiyan bal kişand ser vê yekê ku Mihemed Qebadlû tevî nebûna dadgehê û rewşa wî ya tenduristiyê hatiye dadgehkirin û ev pêvajo bi ti awayî qanûnî nîne û diyar kir ku muwekîlê wî di şert û mercên heyî de di rewşa dozgeriyê de ye. Mihemed Qabadlou ya cezayê wî hatiye erêkirin jî di nav de gelek çalakvan bi înfazê re rû bi rû ne.