Dê ji bo Denîz Poyraz nobeta edaletê bê girtin

Parêzer ji bo balê bikşînin ser cezayê ku ji bo bersûcê doza qetilkirina Denîz Poyraz Onur Gencer were birîn û dixwazin dozê bigrin, wê li ber Edliyeya Îzmîrê Nobeda Edaletê bigrin.

Navenda Nûçeyan - 7'emîn danişîna doza Onur Gencer ê ku Denîz Poyraz bi êrîşa çekdarî li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê qetil kir, 27'ê Kanûnê roja sêşemê li salona Kampusa Saziyên Cezayê ya Alîaga Şakranê wê bê dîtin. Beriya danişînê wê ji bo Denîz Poyraz nobeda edaletê bê girtin.

Tevî ku doz di danişîna berê de vekirî bû jî parêzerên xwedî belgeyên destûrnameyê û rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin, negirtin salonê. Her wiha li ber girtîgehê jî leşkeran ava bi şid û gaza îsotê avêtin parêzeran û destûr nedan parêzer bikevin hundir. Di danişîna dawî de dema heyeta dadgehê bêyî parêzerên kesên tevî dozê bûne guhdarî şahidan kir, dozger jî lêhûrbûnên xwe da. Parêzerên doza Denîz Poyraz diyar kirin ku eşkerekirina lêhûrbûn û roja rûniştina dozê ya dawiya salê tê wê wateyê dibe ku rûniştina biryarê hebe.

Di lêhûrbûnên serdozgeriyê de ji bo kujer Onur Gencer ji ber sûcê"qetilkirina bi qestî" cezayê muebetê yê girankirî û ji ber sûcê “Binpêkirina parêzbendiya cihê kar û ziyana gihandina avahî, tesîs û alavên ku ji aliyê partiyên siyasî yan rêxistinên pîşeyî ve tê bikaranîn” heta 7 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Dê nobeta edaletê were girtin

Di roja danişînê de parêzer dê li dijî hewldana sînordarkirina parastinê û hewldana beraetkirina berpirsyarên rastî yên li pişt qetlîamê bi girtina dozê li bersûcê Denîz Poyraz ê li Onur Gencer wê nobeta edaletê bigrin. Ji bo Denîz Poyraz, bi dirûşma “Azadî ji parastinê re, edalet ji her kesê re” saet di 13.00’an de li ber deriyê Edliyeya Îzmîrê Bloka C ya Bayrakliyê Nobeda Edaletê tê lidarxistin.