Hêrsa li dijî 2’yemîn komkujiya Parîsê didome
Jinên ku beşdarî meşa Kongreya Star a li dijî komkujiya Parîsê bûn komkujiyên li ser gelê Kurd şermezar kirin.

Navenda Nuçeyan – Bi dirûşma"Bi berxwedana gelan komplo vala derdikeve" Kongreya Star li Şehbayê meşa li dijî komkujiya Parîsê organîze kir. Di meşê de bi sedan ji welatiyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Beşdarvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Parîsê her wiha alên Kongreya Star hildabûn. Meşê ji destpêka navçeya Ehdasê heta parka navçeyê bi dirûşmên şermezarkirina komkujiya Parîsê berdewam kir.
Piştî ku meş veguherî mîtîngê, deqeyek rêz hat girti. Paşê Endama Kongreya Star Efrîn-Şehba Bercîn Efrîn axivî û komkujiya Parîsê şermezar kir û got: "Careke din li Parîsê komkujiyek pêk hat, ev ne komkujiya yekem e. Ev komkujiyên ku tên kirin berdewamiya komploya li ser Rêber Apo ya ku bi destên dewletên navneteweyî pêk hatiye. Di 9'ê Çileyê de li Parîsê bi komkujiyek her sê pêşengên jin hedef girtin û niha jî carek din komkujî li Parîsê pêk anîn û her sê qehremanên me hedef girtin. Fransayê komkujiya yekem tepisand û hesab ji kujeran nexwest lewra ev jî rê li pêşiya komkujiyên din vedike û komkujiya ku 23'ê Kanûnê de pêk hatiye jî mînaka vê yekê ye. Li seranserê cîhanî û li Kurdistanê gel li ser piyan e û komkujiyê şermezar dike."
‘Bi hewldanên komkujiyê îxanetê li gelê Kurd dikin’
Endama Kongreya Star Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed jî îxaneta ku li gelê Kurd tê kirin şermezar kir û wiha got: "Em piştgiriya gelê xwe li Parîsê dikin. Dewleta tirk bi riya mîtên xwe ev komkujî pêk anîn. Bi nêzîkbûna salvegera 9'emîn a komkujiya Parîsê ku tê de 3 pêşengên jin hatin hedefgirtin, dixwazin careke din dîroka vê komkujiyê dubare bikin lewre êrîşî navenda çandê li Parîsê kirin û komkujiyek din pêk anîn. Divê dewleta Fransayê hesab ji kujerên ku van komkujiyan li dewletên wê pêk tîne bixwaze. Kurdên li Parîsê dijîn ji ber dagirkeriyê berê xwe dane dewletên Ewropayê lê heya li wan deveran jî dewleta tirk wan bi rehet nahêle."
Qamişlo
Gelê bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo her sê cangoriyên azadiyê konê rûmetê vedan û dê kon 2 rojan vekirî bimîne. Konê rûmetê li goristana şehîdan a Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat danîn. Kon bi wêneyên şehîdan û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin. Her wiha rêxistin, sazî û dezgehên civakî di konê rûmetê de amade bûn. Di kona rûmetê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna we li erdê namîne” hatin berizkirin.
‘Evîn serhildêr bû zilma li ser jinan qebûl nedikir’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed di konê rûmetê de axivî di destpêkê de sersexî ji gelê Kurd û malbatên hersê cangoriyên Parîsê re xwest û bal kişand ser kesayeta Emîne Kara (Evîn Goyî) û got: “Em di kesayeta her sê şehîdan de bejna xwe ji bo tevahî şehîdan ditewînin. Mirov dema behsa kesayeta Evîn Goyî bike dê fedakarî, welatparêzî, girêdana bi ax, welat û gelê xwe re bibîne. Evîn Goyî di salên dirêj di nava tevgera azadiyê de cih girt û kedek mezin ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Di salên 1994’an de dewleta tirk êrîşî gundên Bakurê Kurdistanê kir û 4 hezar gund vala kirin û ew gel koçber bû ku yek ji wan keça Botanê Evîn Goyî bû ku serhildêr bû, zilma dijmin qebûl nekir. Ji bo tolhildana Besê û Zarîfeyan ku bi destên dewleta tirk hatibûn qetilkirin, ji bo ku tola hemû gelên koçber rabike berê xwe da qadên azad. Evîn serhildêr bû zilma li ser jinan qebûl nedikir. Dema ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, Evîn Goyî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û di nava xebatê de cih girt, ji bo ku bikaribe zilima ku li ser Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat meşandin, bi kesayet û rêxistina xwe destek bide. Evîn Goyî ji bo avakirina pergala Rojavayê Kurdistanê xwedî rolek mezin bû. Em jî wek rêxistin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê xwedî li keda Evîn Goyî derkevin.”
‘Dê berxwedana gel Fransayê neçarî gotina rastiyan bike’
Rûken Ehmed bal kişand ser komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ku di encamê de sê jinên pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hedefgirtin û wiha behsa komkujiya herî dawî ku di 23’ê Kanûna vê salî de pêk hat kir: “Bala xwe baş bidin, çawa ku di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên pêşeng li Parîsê hatin qetilkirin û 10 sal di ser de boriye, heta roja îro jî kiryarên wan nediyar e û hesab ji wan nehatiye pirsîn. Îro jî careke din Evîn û du hevalên me yên welatparêz hatin hedefgirtin. Her du welatparêz jî ji ber zilma dewleta tirk berê xwe dan Ewropayê yek jê hunermend û ya din jî welatparêzê Kurd bû. Bi destên Îstîbarata Fransayê û mîta tirk her sê hevalên me hatin qetilkirin. Piştî bûyerê 40 deqe derbas dibe, ambulans tê û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Gelê me xwest hêrsa xwe bîne der lê careke din ji aliyê polîsên Fransayê ve êrîş pêk hat û xwestin gel bêdeng be û xwedî li şehîdên xwe dernekevin. Bi vê yekê re careke din rûreşî derket û hemû cîhanê dît. Em weke gelê Kurd em çiqas xwe bi rêxistin bikin û xwedî li xwe derkevin, kes nikare me têk bibe. Rabûna gel ji Ewropayê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê rêzdariyê bû, wê berxwedana gel bihêle ku dewleta Fransayê van kiryaran eşkere bike. Yan wê Fransa vê bûyerê zelal bike, yan jî dê di bin vî barî de bimîne, ger bixwaze dostaniya gelê Kurd bike dê vê bûyera herî dawî û ya 2013’an eşkere bike.”
‘Em ê xwîna şehîdan li erdê nehêlin’
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê, Rewşen Mihemed jî destnîşan kir tu hiqûqên Kurdan biparêzin nîn in û komkujiya ku li Parîsê pêk hatiye şermezar kir û got: “Em di serî de her sê şehîdên ku li Parîsê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û em ê xeyalên wan pêk bînin. Em Erdoganê faşîst şermezar dikin. Ji bo gelê Kurd maf tu car nehatiye bicihanîn, ger mafên Kurdan hebûya ewqas komkujî li ser wan nedikatin kirin. Em li her aliyên cîhanê tên qetilkirin lê bila dijmin jî baş bizanibe nikare îradeya me bişkîne. Em soz didin şehîdên xwe em ê xwîna wan li erdê nehêlin.”
‘Serkeftin dê bi serkeftina me bê tacîdarkirin’
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk a taxa Qudurbega bajarê Qamişlo Meryem Omer da zanîn ku dewleta Fransayê berpirsyarê vê komkujiyê ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em nêzî salvegera şehadeta her sê jinên pêşeng, Sara, Rojbûn û Ronahî dibin lê dewleta tirk careke din vê komkujiyê dubare bike, di 23 Kanûnê de sê Kurdên din li Parîsê qetil kir. Em di serî de ji dewleta Fransayê û hemû dewletên din re dibêjin ku hemû hevkarên dewleta tirk a faşîst in û berpirsên van komkujiyan in. Banga me ji gelê Kurd re ew e ku bêdeng nemînin û berê xwe bidin qadên berxwedanê. Serkeftin dê bi berxwedana me bê tacîdarkirin, ji ber em ji dijmin natirsin.”