‘Divê Fransa hêzên berpirsiyarên êrişê eşkere bike’
Gelê bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi meşekê komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin.

Hesekê - Bi pêşengiya Kongra Star, duh bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê girseyî komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin. Di meşê de hunermend û Endamên Tevgera Çand û Huner a Kantona Hesekê amade bûn. Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyê hatin hildan û dirûşmên "Bimire faşîst", "Berxwedan jiyan e" û "Jin, Jiyan, Azadî " hatin berzkirin. Meş ji çarxereya Sînalok a taxa Til Hecer dest pê kir û li ber bexçê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya taxa Nasra veguherî mitîngê.
‘Hikûmeta Fransa li hemberî komkojiyên li Parîsê berpirsyar e’
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêvberiya Kongra Star Zozan Gulê wiha got: “Dixwazin Kurdan di aliyê çandî, hunerî û wêjeyî de tune bikin. Di komkujiya Parîsê de hevalên me bûn armanc. Ev komkujiya duyemîn li Parîs pêk tê û hikûmeta Parîs bêdeng e. Em dixwazin kujerê komkujiya yekemîn û ya duyemîn were cezakirin û were zelalkirin. Em wekî gelê Kurd li hemberî vê bêdengiyê ranawestin. Hemwextî nêzbûna salvegera 10′an a Komkujiya Yekem a Parîsê ya 2013′yan pêk hat ku di encamê de jinên têkoşer ên Kurd bûn qurban de pêk hat, şermezar dikin. Ev komkujiya duyemîn di vê heyvê de ne tesadif e ew dixwazin vîna gelê Kurd têk bibin. Em hikûmeta Fransa li hemberî van komkujiyan berpirsiyar dibînin.”
Her wiha Endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ferhan Etiya komkujiyên li Parîsê şermezar kir û bang li hêzên siyasî yên demokrat li cîhanê, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqî û mirovî yên li cîhanê û hemû dostên gelê Kurd, hêzên Kurdistanî, Ewropî, Erebî kir ku helwesteke zelal nîşan bidin û zextê li hikumeta Fransa bikin ku rastiya Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê eşkere bikin.
‘Li dijî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ plan û êrîşek qirêj pêk tê’
Seroka Desteya Jin a herêma Cizîrê Evîn Paşo tekez kir ku pêkanîna komkujiyan êrîş li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî ye û wiha axaftina xwe domand : “Di sedsala ku bi sedsaliya jin tê pênase kirin û felsefeya jin Jiyan azadî ji dirûşmeyek Kurdistanî bû dirûşmeyek cihanî êrîş li ser çand, hebûn û nasnameya gelê Kurd zêde bûye. Dixwazin bêjin ku bi israrin dengê jina azad têk bibin û li dijî felsefeya wê bisekinin. Lê em dibînin ku çawa gelê kurd ango jinên kurd li hemberî van êrîşan xeta berxwedaniyê hilbijartiye û ji bo pêkanîna doza xwe her li qadan e. Komkujiya ku li ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya pêk hat berdewama pilanên komkujiya yekem a li Parîsê bû, komkujiya 2013 an ku 3 jinên têkoşer hatin hedefgirtin û qetilkirin. Felsefeya ku îro li tevahî cihanê belav bûye Jin Jiyan Azadî rastî pilan û êrîşek pir qirêj tê lê ev felsefe ne bihêsanî bû felsefeyek cihanî bi ked û berxwedaniya bi hezarên şehîdan pêk hat. lewma her çiqas êrîş were kirin dê ev felsefe zindî be .”
Kona ku duh hat vedan dê îro bi dawî bibe.